Rojnameyên erebî: Pompeo serdana Colanê kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa serdana Pompeo ji Colanê re, tevgerên Tirkiye û Qeterê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Pompeo serdana Colanê kir
20 mijdar, 2020   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

‘CARA YEKÊ YE POMPEO SERDANA COLANÊ DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: “Duh, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana Colanê û cihekî niştecihbûnê yê li Dîfa Xerbiye ya dagirkirî kir ku yekem car e wezîrekî amerîkî berê xwe dide Colanê ya dagirkirî. Serdana Pompeo ji her du cihên ku Îsraîlê dagir kirine re, welatiyên Filistîn û Sûriyê bi hêrs kirin.

Pompeo tevî hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi gihaşt Colanê. Wezîrê amerîkî bangewaziyên ji bo Îsraîlê yên vegerandina Colanê şermezar kirin û got: “Heke serokê Sûriyê Beşdar Esed vî cihî bi dest bixe, wê xetere bigihêje welatên rojava û Îsraîlê.”

Beriya wê bi çend saetan, Pompeo serdana cihekî niştecihbûnê yê Bescot ê rojhilatê Ramallahê kiribû.”

‘QETER Û TIRKIYE DI AVAKIRINA HEVALBENDIYEKE ÎSLAMA SIYASÎ DE BI BIN KETIN’

Li ser tevgerên Tirkiye û Qeterê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Dewleta Tirk û Qeter xwedî têkiliyên hevaltî û biratiyê yên xurt in. Têkiliyên her du welatan bi lez di hemû qadan de bi pêş ketin. Ew di çareserkirina pirsgirêkên herêmî û navdewletî de hevkariyê dikin. Bi van gotinan Wezareta Derve ya Tirkiyê têkiliyên Enqere-Dewhayê bi nav dike.

Lê belê armancên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji wê mezintir in. Ew mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî wek “hevalê demên zehmet” dibîne, ji ber ku wan di deh salên borî de têkiliyên xurt parastin û di vê derbarê de mehane an heftane bi hev re diciviyan.

Şîrovekarê siyasî û aborî Valore di raporeke ku di kovareke amerîkî de belav kiriye, wiha got: “Bawer im ku ev têkilî dê bandoreke mezin li pêşketin an xerabûna têkiliyên navneteweyî li herêmeke berfireh bikin ku sînorên Rojhilata Navîn ên jeosiyasî derbas dike û ji Lîbya heta Qefqasya, Qibris û rojhilatê Deryaya Spî dewam dike.”

‘LUBNAN DI NAVA ASTENGIYÊN JI DERVE Û ALOZIYA HUNDIRÎN DE YE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî kar û barên Lubnanê wiha nivîsî: “Hîna rewşa siyasî ya Lubnanê ne zelal e. Di aliyê avakirina hikumetê de jî hîna tu guhertin çênebûne.”

Di rastiyê de, ji ber feraseta hikumeta ku welat bi rê ve dibir, Lubnan ketiye rewşeke bitalûke û heman feraset û rêbaz li pêş avakirina hikumeta nû dibin asteng.

Di aliyê avakirina hikumetê de tu pêşketin çênebûne. Her wiha metirsî hene ku avakirina hikumetê heta sala bê, were derengxistin.

Hemwextî astengiyên li pêş avakirina hikumeta nû, cezayên Amerîkayê li ser kesayetên siyasî yên Lubnanê yên girêdayî doza piştevaniya Hizbullahê û doza gendeliyê, dewam dikin.”