‘Xwesteka ENKS’ê xizmeta dijmin dike û em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin’

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku xwesteka ENKS’ê ya rakirina materyalên Rêveberiya Xweser redkirî ye û dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd.

‘Xwesteka ENKS’ê xizmeta dijmin dike û em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin’
20 mijdar, 2020   09:14
HESEKÊ-OLVA HAC MENSOR-BOTAN HISÊN

Gelê Kurd ji hêla dewletên ku Kurdistanê dagir kirine ve, di çewistandin û zilmê re derbas bû. Vî gelî ji destpêkirina şoreşa Rojava ve, şer kir, têkoşiya û bi hezaran şehîd da û bi wê re jî gelek destkeftî pêk anîn.

Ji mehan ve danûstandinên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de pêk tên, da ku yekitiya Kurd ava bikin. Lê belê ENKS’ê astengiyan li hember yekitiyê derdixîn, mîna xwesteka guhartina materyalên Rêveberiya Xweser bi materyalên hikumeta Şamê.

‘JI BO SEPANDINA ZIMAN, TÊKOŞÎN PÊWÎST E’

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Dirbêsiyê Jiyan Hemo wiha got: "Ziman bingeha gelan e. Her gelek ziman û çanda xwe ya taybet heye. Tevahî gelan ji bo zimanê xwe şer û têkoşîn kir, gelê Kurd jî  ku bi deh salan ji bo axaftina bi zimanê xwe bi awayekî azad û serbest, şer dike."

Jiyan Hemo destnîşan kir ku 5 zaravayên zimanê kurdî hene; kurmanci, soranî, lorî, goranî û dimilkî ku ji hêla rejîmên desthilata ve rastî îmha û qirkirinê tên û wiha domand: "Ji bo vê yekê, divê her ferdek ji kurdan şer bike û têbikoşe, da ku ziman û çanda xwe bisepîne."

 ‘XWESTEKA ENKS’Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN Û XIZMETÎ DIJMIN DIKE’

Jiyan Hemo da zanîn ku gelê Kurd ji destpêka şoreşa Rojava ve gelek destkeftî pêk anîn, jê jî pêşxistina zimanê kurdî û avakirina mekanîzmayek jê re, niha derbasî dibistanan bûye û jê re materyal û plan hatin avakirin.

Jiyan Hemo got ku xwesteka ENKS’ê nayê qebûlkirin û redkirî ye, nakeve xizmeta gelê Kurd û wiha domand: "Ev xwestek tenê dikeve xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdan. Ji ber me şerê zihniyeta rejîma Sûriyê û partiya wê ya Baasê kir, gelo çawa ENKS’ê dixwaze em ji nû ve li zihniyeta rejîma Baas vegerin?"

Jiyan Hemo piştrast kir ku armanca ENKS’ê eşkere ye û ew jî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk e û dewleta Tirk jî dijminê sereke ya gelê Kurd e.

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a navçeya Dirbêsiyê Jiyan Hemo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me wek mamoste, ji destpêka şoreşa Rojava ve şer kir, da ku xwesteka xwe ya axaftina zimanê dayikê pêk bînin, em ê şerê her kesî ku hewl bide zimanê kurdî li herêmên Rêveberiya Xweser rake, bikin."

(fr)

ANHA