Kongreya Star a Lubnanê têkildarî 25'ê Mijdarê panelek li dar xist

Li paytexta Lubnan Beyrûtê, Kongreya Star û Mecilsa Jinan a PYD'ê têkildarî tundiya li ser jinan û têkoşîna li djiî wê panelek li dar xist.

Kongreya Star a Lubnanê têkildarî 25'ê Mijdarê panelek li dar xist
14 mijdar, 2020   18:25
BEYRÛT

Li paytexa Lubnan Beyrûtê, Kongreya Star û  Mecilsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, panelek bi beşdarbûna dehan jinan li dar xist.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama rêveber a Kongreya Star Xezala Elaedîn Mehmûd axivî û got: "Bi destpêka şoreşa Rojava û ragihandina Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre fikirê konfedralîzma demokratîk re, jin cihê xwe di hemû qadan de girtin û bû xwedî biryar û helwest li hemberî dijmin, jin qurbaniyên mezin da û teslîmiyet qebûl nekir û bû sembola berxwedanê."

Seroka Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz Henan Osman jî diyar kir ku tevî peymanên Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1979'an a tunekirina hemû cûre nejadperestiya li dijî jinan, lê tundiya li ser jinan û jinên ciwan hîna pirsgirêka ku li tevahî cîhanê belav e.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Netewî Xemgîn jî axivî û got: "Jin xwe di her qadan de bi rêxistinên kirin, jin civak bi giştî ye, dayik e û civakê xwedî dike, her wiha dibistana yekemîn e û li hemberî her cûre zilm disekine." Netewî Xemgîn anî ziman ku ew di Kongreya Star tundî û zilma li ser jinan qebûl nakin.

Panel bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan û rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ny_o5rGULVg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>