Kongreya Star: Divê hikumeta herêmê ji siyaseta şer dûr bikeve û dest bi diyalogan bike

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava got, divê Barzanî dûrî siyasetên şer bikeve û bi aliyên kurdî re diyalogan pêk bîne û destnîşan kir ku: "Şerê navxweyî wê rê ji dijberan re veke ku herêmên Başûrê Kurdistanê bike."

Kongreya Star: Divê hikumeta herêmê ji siyaseta şer dûr bikeve û dest bi diyalogan bike
5 mijdar, 2020   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkilîdar daxuyaniyên dawî yên serokê PDK'ê Mesûd Barzanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê li gel wê rewşa dijwar û zehmet a ku gelê Kurd tê re derbas dibe bû sedema qirkirinan, nemaze ku gelê Kurd ji ber koçberî, kutşin, revandin û wêranbûna binsaziyê azar kişand. Di encamê de rêxistina DAIŞ'ê ya ku desteka xwe ji dewleta Tirk digire di sala 2014'an de derbasî Şengalê bû û li dijî civaka Êzidî û dîroka gelê Kurd qirkirin û asîmîle pêk anîn. Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo parastina êzidiyan û rizgarkirina wan ji DAIŞ'ê mudaxele kir. Ji ber ku hikumeta herêmê ji Şengalê vekişiya û gel bi tenê hişt. Hêzên gerîla bi lehengî li hemberî DAIŞ sekinî û bi dehan şehîd û birîndar dan ji bo ku jin, îxtiyar û zarokan ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bikin. Armanca PKK ne dagirkirin e mîna ku serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de gotiye.

PKK'ê bi salan têkoşînê dike, herêmên Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurd parast, me ev yek li Kobanê, Şengal û Kerkûkê dît.

Ji lew ra divê birêz Barzanî ji siyasetên şer dûr bikeve û li diyalogan vegere ku ji hemû astengiyan çareseriya aştiyane ye.

Şerê navxweyî wê bibe sedema windabûna destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, wê derfetê bide aliyên dijber da ku herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bikin, mîna ku Rojava dagir kirin. Divê hikumeta herêmê hişyar be nebe aliyek ku xizmeta dijmin bike, ji ber ku ev şer ne di navbera partiyên kurdî de ye, lê wê di navbera Kurd û dijmin de be yên ku hewl didin fitneyê di navbera gelekî de çêbikin.

Jinên Kurd ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyan roleke aktîf di berxwedan û têkoşînê de list, destanên efsanewî nivisnad ku mîna wê di dîrokê de nehtin nivisandin, li hemberî êrişan bû mertala. Jin îro helwesta xwe ya li dijî şer nîşan dide, banga diyalogan a dûrî mudaxleya siyasî dike. Jin helwesta xwe ya piştgiriya hêzên gerîla radighîne.

Em Kongreya Star bang li hemû jinan dikin, bi taybet jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku yekitiya xwe ava bikin da ku di çareseriya siyasî de bibin pêşeng û xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û tevahî gelên herêmê bike."

ANHA