'Şoreş bi berdêlên giranbûha gihîşt vê astê'

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî daxwaza ENKS`ê ya rakirina metiryalên kurdî diyar kir û got: "Şoreş ne bi hêsanî gihîşt vê asta ku niha zarokên me û hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser bi zimanê zikmakî dixwînin û dinvîsin, lê berdêlên gelek giranbûha hat dayîn."

'Şoreş bi berdêlên giranbûha gihîşt vê astê'
31 cotmeh, 2020   12:41
KOBANÊ

Daxuyanî li dibistana Şehîd Seydo ya li bajarê Kobanê bi beşdariya hejmarek mamoste û xwendekarên herêmê ve hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Mizgîn Mihemed ve ku yek ji Rêveberiya Dibistanên Kobanê ye hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin ku şoreşa Rojava, şoreşeke nû ji bo ziman bû, bi derfetên kêm xebat û karên perwerdehiyê bi zimanê kurdî dest pê bû.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev şoreş ne bi hêsanî gihîşt vê asta ku niha zarokên me û hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser bi zimanê zikmakî dixwînin û dinvîsin, lê berdêlên gelek giranbûha hat dayîn.

Berfirehiya daxuyanî wiha ye:

"Di dîroka mirovahiyê de afrîneriya herî girîng ziman e, ji bo bûyîna civakê, pêşketinên zanyarî, zanistî û kombûyîna mirov weke civak û netewe,  ziman roleke girîng lîstiye. Ger em li dîrokê binêrin, şoreşa herî girîng ku bandoreke bêhempa li ser civakan kiriye, ew şoerşa ziman.

Her wiha bi avabûna ziman jî gelek pêşketin jî di hemû qadên jiyanê de hatin pêkanîn. Bingeha hişmendiya neteweyî jî bi riya ziman tê avakirin û tê nasîn. Heya ew ziman hebe, dê ew netew jî hebe.

Lê mixabin, di Sûriye yê de û bi taybetî di van salên ku rêjîma niha hatiye ser desthilatdariya Suriyeyê, tenê yek ziman ji bo sîstema dewletê bi kar aniye. Zimanê hemû neteweyên din jî yên ku di Sûriyeyê de dijiyan, hatibûn qedexekirin. Yek ji wan neteweyan jî, gelê Kurd e.

Lê piştî ku gelê Sûriyeyê dîwarê tirs û gefan şikandin, şoreşa azadiyê di bihara 2011'an de dest pê kir, bi taybet şoreşa Rojava û zimanê ku ji hezar salan hatibû qedexekirin dest bi vejandinên xwe kir zimanê kurdî ye.

Êdî şoreşa Rojava, şoreşeke nû ji bo ziman bû, bi derfetên kêm xebat û karên perwerdehiyê bi zimanê kurdî dest pê bû.

Mamosteyên ku meteryal û babetên bi zimanê kurdî bidin, hatin amadekirin, di şert û mercên zehmet de, lê bi coşeke bilind û bi hestên kurdewariya herî bilind.

Piştre dibistan ji seretayî heya bi xwendina bilind bû bi zimanê kurdî, armanc rizgarkirina civak û netewya kurdî ji windabûn û pişaftina ku bi hezar salan li ser civakê dihat meşandin.

Ev şoreş ne bi hêsanî gihîşt vê asta ku niha zarokên me û hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser bi zimanê zikmakî dixwînin û dinvîsin, lê berdêlên gelek giranbûha hat dayîn ew jî roniyên riya me ne."

Daxuyanî bi diruşmeya "Bê ziman jiyan nabe" bidawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ViN02sQMjZk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>