​​​​​​​Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî hevdîtin bi nûnerên êzidiyan re pêk anî

Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî hevdîtin bi nûnerên êzidiyan ên Rojhilatê Sûriyê kir.

​​​​​​​Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî hevdîtin bi nûnerên êzidiyan re pêk anî
30 cotmeh, 2020   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî gera xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Şandeyê îro bi nûnerên Mala Êzidiyan û Yekitiya Êzidiyan a Efrînê re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li navenda Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya li bajarê Amûdê pêk hat.

Şandeya Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî bi armanca şopandina rewşa herêmê, jiyana pêkhate û olan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, roja çarşema borî gihişt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şandeya ku cîgira serokê Komîseriyê Nadine Menza û keşeyê wîlayeta Tennessee Nashville, Steve Burger pêk dihat, serdama Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir.

Hevserokên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo û Leyla Mehbû, Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Mistefa Nebo û endamên Desteya Rêveber a Meclisa Êzidiyan pêşwaziya şandeyê kirin.

Herdu aliyan rewşa êzidiyên li Sûriyê ya piştî şoreşê, asta rêxistinbûyîna wan, jiyana wan a pêkhateyên din re û pêvajoyên ku tê re derbas bûn, nîqaş kirin.

Têkidarî hevdîtinê, Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo ji ANHA'yê re axivî û got: "Me rewşa êzidiyên li herêmê ji wan re şîrove kir. Giraniya nîqaşan li ser azarên ku pêkhateyê Êzidî ji ber binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser herêmê dikişînin, bi taybet rewşa êzidiyên li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî û metersiyên êzidiyan ji dûbarebûna binpêkirinan bû."

Tozo destnîşan kir ku wan bersiva pirsên şandeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku niha Êzidî lê dimînin da.

Tê payîn ku şande wê vê êvarê bi berpirsên Komîteya Olan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtinê pêk bîne.

Şandeyê di roja yekemîn a hatine xwe de, hevdîtin bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re pêk anîbûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8okPBr4xGKs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>