​​​​​​​Li Fransayê êriş li dêrekê hate kirin: 3 kes hatin kuştin

Li Dêra Notre Dame ya bajarê Nice yê Fransayê bi kêran êrişek hate kirin. Di êrişê de 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Fransayê êriş li dêrekê hate kirin: 3 kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê saet di 09.00’an de li Dêra Notre Dame ya bajarê Nice yê Fransayê bi kêran êrişek hate kirin. Di êrişê de 2 jê jin, 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Dora bazîlîkayê hate girtin. Komên paqijikirina bombeyan û hêzên taybet jî ber bi herêmê ve hatine şandin. Êrişkar ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Şaredarê Niceyê li ser medyaya civakî diyar kir ku dema êrişkar hatiye destgîrkirin, gelek caran qîriyaye û gotiye ‘Ellahûekber’.

Dozgeriyê diyar kir ku der barê êrişê de lêpirsîneke têkildarî ‘rêxistinên terorîst’ daye destpêkirin.