Jinên ku ji kampa Holê derketin gihaştin Reqayê

Beşa sêyemîn a koçberên ku li kampa Holê diman, gihaşt bajarê Reqayê. Ev beş ji jinên ku xwestin ji kampê derkevin, pêk hat.

Jinên ku ji kampa Holê derketin gihaştin Reqayê
Jinên ku ji kampa Holê derketin gihaştin Reqayê
Jinên ku ji kampa Holê derketin gihaştin Reqayê
29 cotmeh, 2020   10:16
REQA

Duh bi şev 35 malbatên ku ji kampa Holê ya li bakurê bajarê Hesekê derketine, gihaşt bajarê Reqayê. 35 malbat ji 117 jin û zarokan pêk tê.

Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa û Mihemed Nûr El-Zîb, endama rêveberiya Nivîsgeha Giştî ya Têkiliyan û gelek rûspiyên bajarê Reqayê ew malbat pêşwazî kirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hemû koçber test kirin, tedbîrên ewlehiyê girtin da ku wan radestî malbatên wan bikin.

Rêveberiya kampa Holê xebatên derxistina malbatên ku dixwazin vegerin warên xwe, didomîne. Piştî zêdebûna rewşa tevliheviyê û kuştinê di nav kampê de.

Ev rêwîtî li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 10`ê Cotmehê de têkildarî derxistina malbatên ji Sûriyê yên ku dixwazin ji kampê derkevin, têne meşandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Gsi2p2Ik_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>