Gundên Minbicê careke din tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din topan li gundên Minbicê dibarînin.

Gundên Minbicê careke din tên topbarankirin
26 cotmeh, 2020   18:03
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên bakurê rojhilat û rojavayê bajarê Minbicê bêserûberên topbaran dikin.

Dagirker ji nuqteyên xwe yên li gundên Yaşalî û Şêx Nasir ava kirine gundên Cebila Seyada, Korhiyok û Kawkelî topbaran dikin.

Heta niha tu ziyanên canî çênebûne.

ANHA