Bi rêya çeteyan û erêkirina hevalbendên Astanayê; Polîtîkayên tirkkirinê

Dewleta Tirk serî li hemû rêbazan dide da ku herêm di atmosfêreke aloz de dimîne rê li ber hemû çareseriyên siyasî ji Sûriyê bigire heta Lîbya û Qerebaxê digire. Li aliyekî din jî li ser dengê dahola şer demografyaya herêmên ku dagir kirine diguhere û polîtîkayên tirkkirinê ferz dike da ku rola xwe li van dewletan biparêze.

Bi rêya çeteyan û erêkirina hevalbendên Astanayê; Polîtîkayên tirkkirinê
24 cotmeh, 2020   04:09
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA HEBÎB

Dewleta Tirk bi rêya komên xwe yên çete gelek deverên Sûriyê dagir kirin û hemû xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê têk bir.

Her wiha di nav navê "Nuqteyên çavdêriyê" yên ku ava kirine, bi hebûna xwe ya li gundewarên Idlib, Hema, Helebê ve girêdayî ye da ku kontrolkirina rêyên navdewletî (diwelî) yên li herêmê berdewam bikin.

Tirkiye eynî siyaset li Lîbyayê jî dimeşîne, bi rêya piştgiriya bi hikumeta Wîfaqê hewl dide hemû hewldanên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina aloziyê û dîtina çareseriya siyasî lîbyayî têk bibe ji bo ku planên xwe yên desteserkirina deverên petrolê temam bike.

Dewleta Tirk heman tevger û siyaset li Qerebaxê jî dike, ku du hewldanên navneteweyî yên agirbestê binpê kir û şandina çeteyên Sûrî û dronan ber bi Qerebaxê ve didomîne da ku li kêleka Azerbaycanê li dijî Ermenistanê ve şer bike. Her wiha behsa destwerdana rasterast jî kir. Armanca wê ji vê yekê bigihêje başûrê Qafkasyayê ku berhemên binerd lê hene.

Tirkiyê gefên êriş û dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê dixwe. Li aliyekî din komên çete yên girêdayî wê, li herêmên ku dagirkirine kiryarên dermirovî li dijî sivîlan pêk tînin, demografyaya herêmê diguherin û siyasetên tirkkirinê ferz dike. nû yên dagirkirina herêmên nû li Sûriyê dike.

Di rapora dawî ya Navenda Çavêdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) de ku roja çarşemê 12'ê Cotmehê li ser rewşa li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî weşandibû got: "Bi domdarî digirin ser malên şêniyên herêmê, rêzê ji hirmeta malan re nagirin û telefonên wan ên destan desteser dikin. Ji ber vê yekê reweşek mezin a nerazîbûna şêniyan heye."

Di raporê de hate destnîşankirin ku endamên komên alîgirê Tirkiyê bi hêza desthilat û çekê mirovan û hin madeyan derdixînin Tirkiyê, jinên ji nasnameyên Sûrî û yên ne Sûrî jî digirin û li beramberî serbestberdana wan miqdareke mezin a pere ji wan distînin.

Polîtîkayên tirkkirinê li herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine bê navber didome, alên dewleta Tirk li avahiyan hatine hildan, waliyên Tirkiyê ji bo rêvebirina herêmê têne erkdarkirin û pereyên tirkî hatin ferzkirin.

Li ser mijarê, Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesans a Sûrî Mistefa Qeleçî anî ziman ku Tirkiyê hîna jî hewl dide rewşeke mîna berê ya wekî dewleke mêtînger bide jiyanî û hemû çareseriyên siyasî li herêmê asteng dike.

Qeleçî got: "Me ev ji dema civîna Putin û Erdogan ve ya di Sibata 2020'an de dît, dema ku li ser vekirina rêya Heleb-Laziqiyê an ku rêya M4 li hev kirin. Lê Tirkiyê ji vê reviya û ferman da çeteyên xwe ku li ser dewriyeyên hevbeş ên Rûsya-Tirkiyê li ser rêya navborî tevliheviyê derxîne."

'HEGER ÇARESERIYÊ QEBÛL BIKE WÊ ROLA WÊ BI DAWÎ BIBE'

Derbarê armanc ji van tevgerên Tirkiyê de Qeleçî wiha domand: "Heger Tirkiyê çareseriya siyasî qebûl bike ev yekê tê wateya bidawîbûna rola wê li herêmê. Ji ber vê yekê hewl dide bi rêya çete û ajanên xwe û bi erêkirina hevalbendên wê yên Astana û sponseriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaiyê herêmên dagirkirî tirk bike."

'RÛSYA Û TIRKIYÊ..ŞANOYA NAKOKIYÊN LI SER PARVEKIRINA XÊRA HERÊMÊ YE'

Qeleçî diyar kir ku guhertina demografî ya ku Tirkiyê li herêmê pêk tîne, berdewam e û wiha pê de çû: "Xelkên ji herêmên Xûta, Himis û hin deverên din Idlibê di bin navên cûda de mîna herêma kêmkirina şer şandin Efrîn û bajarokên derdora wê, ku dest danîn ser milên welatiyan û radestî çeteyên xwe kirin."

Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesans a Sûrî Mistefa Qeleçî di dawiya axaftina xwe de got: "Dema rola hin komên çekdar li herêmê bi dawî bû, ji bo temamkirina şanoya nakokiyên di navbera Rûs û Tirkan de çeteyên din anîn da ku ji bo berjewendiyên herdu aliyan kar bikin. Yanî çeteyên bi tirkan re û çeteyên din bi rûsan re, da ku xêra herêmê parve bikin."

ANHA