Kongreya YRA'yê bi dawî bû

Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad a 5'emîn a bi hilbijartina hevserokên û 17 endamên meclisa giştî yên yekitiyê bi dawî bû.

Kongreya YRA'yê bi dawî bû
23 cotmeh, 2020   18:05
QAMIŞLO

Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) a 5`emîn vê sibehê bi dirûşma “Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çavkiyê ve ye” li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Piştî axaftinan, ji bo rêvebirina kongreyê  3 endamên dîwanê hatin hilbijartin.

Piştre rapora du salan a xebatên yekitiyê hatin nirxandin û ji bo pêşxistina rewşa ragihandinê pêşniyar hatin gitin.

Her wiha rêziknameya yekitiyê hate xwendin û xalên hatin nîqaşkirin, li gorî nîqaş û pênşiyarên beşdaran guhertin di rêzikanameyê de hatin pêkanîn û bi erêkirina piraniya delegeyan hate erêkirin.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin. Evîn Yûsif û Bengîn Seydo ji bo dewreya duyemîn hevserokatiyê YRA'yê hatin hilbijartin û 17 endamên meclisa giştî ya nû ya yekitiyê hatin hilbijartin.

ANHA