Belediyet Rîcal (5-3) Hulok têk bir û bû şampiyona taxa Şêxmeqsûdê

Di turnuvaya futbolê ya taxa Şêxmeqsûdê de, tîma "Belediyet Rîcal" bû şampiyon.

Belediyet Rîcal (5-3) Hulok têk bir û bû şampiyona taxa Şêxmeqsûdê
Belediyet Rîcal (5-3) Hulok têk bir û bû şampiyona taxa Şêxmeqsûdê
Belediyet Rîcal (5-3) Hulok têk bir û bû şampiyona taxa Şêxmeqsûdê
Belediyet Rîcal (5-3) Hulok têk bir û bû şampiyona taxa Şêxmeqsûdê
Belediyet Rîcal (5-3) Hulok têk bir û bû şampiyona taxa Şêxmeqsûdê
23 cotmeh, 2020   16:46
HELEB

Yekitiya Werzîşê ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê 16'ê Cotmehê bi beşdarbûna 20 tîman, turnuvayeke futbolê dabû destpêkirin.

Îro lîstoka dawî di navbera Tîma Belediyet Rîcal û Tîma Hulok de li stada Berxwedana Şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqêf pêk hat.

Tîma Belediyet Rîcal bi 5 golan li beramberî 3 golan (5-3) bi ser ket.

Lîstikvanên herdu tîman ji aliyê yekitiyê ve hatin xelatkirin û tîma Belediyet Rîcal wekî şampiyona turnuvayê hate ragihandin.

ANHA