Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe yên li dijî nuqteyên çeteyên Tirkiyê zêde kirin û îro zêdetirî 120 top avêtin bajarokê Kensefra yê çiyayê Zawiyê.

Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê topbaran kir
23 cotmeh, 2020   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di bombebarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî bajarokê Kensefra yê çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê de, ziyanên madî çêbûn lê der barê windahiyan de heta vê kêliyê agahî bi dest neketine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SHOR) îro daxuyand ku şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de berdewam e. Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî bajarok û gundewarên başûrê Idlibê kir. Çeteyên artêşa Tirk jî bi topavêjan êrişî nuqteyên hêzên hikumetê yên li Kefernibul ên li başûrê Idlibê kir.

Duh çeteyan bersiva topbarana li dijî gund û bajarokên Idlibê dabû û bi çekên giran nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Kefernibul û derdorê wê li gundewarên başûrê Idlibê hedef girtibû.

 (eh)