Di teqîna li Minbicê de 5 sivîl birîndar bûn-HATE NÛKIRIN

Îro li bajarê Minbicê teqînek rû da. Di encamê de 5 sivîl birîndar bûne.

Di teqîna li Minbicê de 5 sivîl birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
Di teqîna li Minbicê de 5 sivîl birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
Di teqîna li Minbicê de 5 sivîl birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
Di teqîna li Minbicê de 5 sivîl birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
20 cotmeh, 2020   09:45

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, teqîn li paş dermanxaneya navendî li ber geraca gundên başûr ya li naverasta bajarê Minbicê rû daye.

Teqîn bi rêye bombeyekê pêk hatiye û zirar bi erebeyek sivîl jî kiriye. Her wiha di encama teqînê de 5 sivîl birîndar bûn.

Li gorî kadroya tenduristiyê ya nexweşxaneya Emel, birîndar têne dermankirin û rewşa wan baş e.

Navên birîndaran wiha ne:Basil Sayil (15)Mihemed Ibadî (40), Haîl El-Îsa El-Hemîdî (35), Fadîle El-Îsa El-Hemîdê (50) û Emîne Ebdulezîz (40).

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê berê xwe cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

(şx)

ANHA