Salih Gedo: Civîna PYNK û şandeya Siwêdê girîng bû

Sekretêrê Partiya Çep a Demorkatîk a Sûriyê Salih Gedo got, şandeya Siwêdê pişptgiriya xwe ji diyalogên kurdî-kurdî nîşan dan û nûnerên partiyên Kurdî asta girîngiya hewlesta Siwêdê ya li dijî binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmê destnîşan kirin.

Salih Gedo: Civîna PYNK û şandeya Siwêdê girîng bû
19 cotmeh, 2020   17:51
QAMIŞLO

Salih Gedo têkildarî civîna nûnerên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) ya bi nûnerên wezareta derve ya Siwêdê re  ku vê êvarê li bajarê Qamişloyê pêk hatibû, ji ANHA'yê re axivî.

Şandeya Siwêdê ku ji nûnerê Wezareta Karên Derve ya Siwêdê yê taybet bi dosyaya Sûriyê Per Ornius, berpirsê dosyaya mirovî û alîkariyan ê Wezareta Karên Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Enstîtuya Aştiyê ya Ewropa Evîn Çetin pêk dihat bi nûnerên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd re hevdîtin kir. Ji aliyên PYNK' Aldar Xelîl, Nesredîn Îbrahîm, Salih Gedo, Sema Begdaş, Asya Abdullah, Mihemed Mûsa û Cemal Şêx Baqî di hevîdtinê de amade bûn.

 Têkildarî civînê û girîngiya wê, sekretêrê Partiya Çep a Demorkatîk li Sûriyê Salih Gedo axivî û got, ji ber helwesta nûnerên şandeya Siwêdê ji projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya rêvebirina herêmê û parastina wê, civîn gelek girîng û erênî bû.

Gedo destnîşan kir ku di civînê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin û wiha domand: "Mijara yekemîn diyaloga kurdî-kurdî û ya din girîngiya destekdayîna Siwêdê ji herêmê di hemû astan de. Her wiha helwesta erênî ya hikumeta Siwêdê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nirxandin. Ji ber helwesta Wezîra Derve ya Siwêdê ya ku binpêkirinên Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, me spasiyeke taybet ji bo Siwêdê şand."

Salih Gedo anî ziman ku hevîditina wan serkeftî bû û got: "Me teqezî bi girîngiya domandina têkiliyên herdu aliyan, domadina serdan û diyalgoan kir. Aliyên Siwêdê jî piştgiriya xwe ji diyaloga kurdî-kurdî û tevahî herêmê re nîşan dan.

Tê payî, ku şandeya Siwêdê sibe serdana Ecumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LgxJHyODK-c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>