El-Mismarî: Divê Ewropa alîkariya derxistina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê bike

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî got ku milîsên Wîfaqê plan dikin ku kiryarekî dijminahî û şantajê pêk bînin, her wiha bang li Ewropa kir ku ji bo derxistina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê alîkar be.

El-Mismarî: Divê Ewropa alîkariya derxistina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê bike
18 cotmeh, 2020   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ehemd El-Mismarî ji kanala Sky News Arabiye re got, divê dewletên ewropî alîkariyê bikin ku hêzên dewleta Tirk û çeteyan ji rojavayê Lîbyayê derxin.

El-Mismarî diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan hewl dide careke din bi rêya hebûna leşkerî ya Enqereyê li Lîbyayê bazariyê bi dewletên dîtir re bike.

El-Mismarî eşkere kir ku artêş li gorî agirbesta ku di vê dawiyê de ji bo serketina xebata siyasî li welat hatiye ragihandin tev digere, lê belê milîs plana êrişeke dijminahî û şantjê dikin.

(fr)