Şêwirmendê serokê parlamentoya Lîbyayê: Nêzîkatiyên dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî ne

Reportaj Summay

Şêwirmendê serokê parlamentoya Lîbyayê: Nêzîkatiyên dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî ne
17 cotmeh, 2020   04:09

Şêwirmendê serokê parlamentoya Lîbyayê Fethî Mirêmî got, hemû rêyên çareserkirina  aloziya Lîbyayê bi encamên civînên Tunisê ve girêdayî ne û got: "Nêzîkatiyên dewleta Tirk dermetiqî û dûrî qanûnên navneteweyî ne. Heger aloziya Lîbyayê were çareserkirin wê dê sînor ji planên dewleta Tirk re bê dayîn."

Aloziya li Lîbyayê berdewam dike, li gelê wê hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziyê hene.

Di civînên leşkerî yên li Qahîreyê, dan û standinên Bozenîqa yên Mexribê û xebatên Tunisê yên ji bo derbaskirina merheleya demkî de hatin diyarkirin ku gelê Lîbyayê bûyeran dişopîne û texmîn dike ku nakokiyên hundirîn bi dawî bibin. Lê belê destwerdanên derve di serî de berjewendiyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ên şandina çeteyan bo Lîbyayê, şer gur dike û însiyatîfên navneteweyî têk dibe.

Der barê pêşdeçûnên dawîn ên aloziya Lîbyayê de şêwirmendê serokê parlamentoya Lîbyayê Fethî Mirêmî ji ANHA'yê re axivî.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

GELO HÛN ÇAWA DAN Û STANDINÊN LI QAHÎRAYÊ YÊN JI BO YEKITIYA LÎBYAYÊ DIŞOPÎNIN?

Bêguman dan û standinên li Qahîrayê yên ji bo yekitiya Lîbyayê pêk tên em bi baldarî dişopînin. Ji ber ev dan û standin û civîn ji bo hevgirtin û bidawîkirina aloziya Lîbyayê pir girîng in. Di her halî de tevahî civînên li Qahîrayê li dar ketine gelek serkeftin bi xwe re anîn.

Rola Qahîrayê ya vehewandina van civînan mezin bû, ji lew re bo keda wê ya yekitiyê spas dikin.

ÇI XALÊN GIRÎNG ÊN KU LI SER LIHEVKIRIN ÇÊBÛNE HENE?

Xalên girîng ên ku di civînên leşkerî û ewlehî de li ser hatine lihevkirin, ew in ku  pevguhartina dîlgirtiyan, vekirina rêya bejahî, deryayî û asîmanî di navbera rêwitiyên li rojhilat û rojavayê Lîbyayê de, xebata li ser bidawîkirina aloziya Lîbyayê ya bilez û yekkirina artêşa nîştimanî ya Lîbyayê.

GELO PÊKAN E ENCAMÊN BERBIÇAV JI DAN Û STANDINÊN LI BOZENBÎQA YA MEXRIBÊ BI DER KEVIN?

Dan û standinên li Bozenîqa ya Mexribê gihaştin encamên berbiçav. Lê belê mijar li ser civînên destpêka Mijdarê ku dê li Tunisê pêk bên, disekine. Her wiha tevahî rêveçûnên ku niha ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê pêk tên li ser encamên civînên Tunisê yên ku tên payîn li dar kevin, bi taybetî mijara siyasî disekinin. Ji ber mijara siyasî girîng e. Ji ber heke bi ser ket, dê tevahî rêveçûn çi ewlehî, leşkerî, aborî û destûrî dibe bila bibe, dê bi ser kevin.

BI NÊRÎNA WE XALÊN GIRÎNG ÊN LI SER LIHEVKIRIN ÇÊBÛYE, ÇI NE?

Li Bonzenîqa beşdarên ji parlamento û meclisa bilind a dewletê li hev kir û li benda pêkanînê maye. Ew jî dê piştî civînên Tunisê pêk bên. Ji ber di wê civînê de dê serokê meclisa serokartîyê û 2 cîgir, serokê hikumet êû 2 cîgir bên hilbijartin û saziyên dewleta Lîbyayê bibin yek.

LI SER ÎNSIYATÎFÊN TUNISÊ YA JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ HÛN ÇI DIBÊJIN?

Însiyatîfên Tunisê mîna yên hemû dewletên erebî ne yên ku bi dosyaya Lîbyayê eleqedar dibin. Taybet Tunis yek ji dewletên nêzî Lîbyayê ye û geşedanên ku li qada Lîbyayê rû didin wê jî eleqedar dike. Ji ber vê yekê ev demeke ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê dixebite. Her carê pêşniyar û însiyatîfan ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê pêşkêş dike.

Niha dan û standinên ku diviyabû li Cinêvê pêk hatibana veguherîn Tunisê. Belê dewleta Tunisê qebûl kir ku di çareserkirina aloziya Lîbyayê de xwedî rol be û van civînên girîng li cem xwe li dar dixe.

DOSYAYÊN SEREKE YÊN KU HÛN DI CIVÎNÊN BÊ YÊN LI TUNISÊ NÎQAŞ BIKIN ÇI NE?

Civîn wê li ser lihevkirinên avakirina meclisa serokatîyê û hikumeta nû bin.

GELO WÊ LÎBYAYÎ BIGHÊJIN NUQTEYEKE KU HEMÛ JÊ RAZÎ BIN DA KU PÊVAJOYA DEMKÎ BI DAWÎ BIBE?

Gelo em ê li gorî destûrê tevbigerin, an ku wê destûra 51'an were dayîn, yanî jî em ê bi danezana destûrê re berdewam bikin heta ku li ser forma destûreke nû li hev bikin? Lê di hemû rewşên 6 mehên destpêkê de dê bi rêkeftinên destûrî re têkildar be da ku statûyek destûrî ji Lîbyayê re were sazkirin ku dê di qonaxa din de piştî qonaxa veguhêz peyda bibe.

Her wiha 6 mehên dawî, lê girêdayî amadekariyên hilbijartinên serokatî, parlamanterê serok û parlamantoya nû be.

TEVÎ HEWDANÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ, ERDOGAN DESTWERDANÊN XWE LI LÎBYAYÊ DIDOMÎNE, GELO PLANÊN WE LI HEMBERÎ DESTWERDANÊN TIRKIYÊ ÇI NE?

Em li hember çavbirçûn û kiryarên Tirkiyê sekinîn. Artêşa me bi serkêşiya muşîrê erkanê şer Bilqasim Hefter xwedî amadekariyên mezin in da ku her êriş an binpêkirinên agirbestê bibersivîne. Ji ber binpêkirinên Tirkiyê û şandina çekan ji çeteyan em Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên dîtir agahdar dikin. Dewlet bi Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û parlamantoya xwe bi hemû keda xwe li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê disekine.

GELO DÊ XEBATÊN CIVAKA NAVNETEWEYÎ YÊN RAWESTANDINA PLANÊN ERDOGAN LI LÎBYA Û HERÊMÊ BI SER BIKEVIN?

Xebatên navneteweyî ji bo bidawîkirina aloziya Lîbyayê hene, di encamê de wê li hemberî planên Tirkiyê yên li Lîbyayê bisekinin. Ji ber nêzîkatiyên Tirkiyê ne mentiqî ne û dûrî qanûnê û pîvanên navnetewî ne. Heger aloziya Lîbyayê bi desteka civaka navneteweyî û dewletên erebî û yên dost were çareserkirin wê sînorek ji planên Tirkiyê yên li Lîbyayê û gelempertiya herêmê were dayîn.

GELO WÊ ÎSTÎFAYA SERAC DAWÎ LI HEBÛNA TIKIYÊ YA LI LÎBYAYÊ BÎNE?

Di encamên zextên gelê Lîbyayê yên li ser wî de yên bi rêya xwepêşandanên mezin ên li Terablus, Binxazî, Sebha, bajar û gundên din ên Lîbyayê Serac îstîfa kir. Ev xwepêşandan ji ber nebaşbûna rewşê ku hikumeta Wîfaqê nekarî aloziyê çareser bike, hatin lidarxistin. Dîsa Serac ji ber civînên domdar ên ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, avakirina meclisa serokatî ya nû û hikumeteke nû îstîfaya xwe ragihand.

WE ÇAWA ÇAWA NÊZÎKATIYÊN HILLARY CLINTON YA DER BARÊ LÎBYAYÊ DE TEQÎB KIR?

Nêzîkatiyên Hillary Clinton yên derbarê Lîbyayê de rayeke giştî ya mezin li Lîbyayê li dijî hevbendiya wan ya bi komên ku bûne sedema aloziya li Lîbyayê afirand. Her wiha plan û komployên ku li dijî welat têne meşandin eşkere kirin.

 (fr)

ANHA