FBI: Me girêdayî sedema teqîna li bendera Beyrûtê tu encam bi dest nexistin

FBI diyar kir ku wan der barê sedema teqîna li bendera Beyrûtê ya 4`ê Tebaxê de ku zêdetirî 200 kes bûn qurbanî, encamek bi dest nexistiye.

FBI: Me girêdayî sedema teqîna li bendera Beyrûtê tu encam bi dest nexistin
14 cotmeh, 2020   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Nivîsgeha Lêpirsînên Federal a Amerîkayê (FBI) daxuyand ku heta niha encameke giştî nehatiye bidestxistin. Her wiha îşaret bi daxuyaniyeke berê ya FBI`yê kir ku tê de hatibû gotin: “Em ê hevalbendên xwe yên lubnanî di lêpirsînan re derbas bikin. Divê hin pirsên din ji hikumeta Lubnanê bên kirin, ji ber ku ew aliyê fermî yê lêpirsînê ye.”

Dadmend Fadî Sewan raporek ji Nivîsgeha Lêpirsînên Federala a Amerîkayê wergirtibû û hîna jî li bendê ye ku pisporên teqînan ên fransî û brîtanî raporên bi vê rengî bidin.

Çavkaniyekî hikumetê yê Ewropayê destnîşan kir ku pisproên fermî yên ewropî jî dibêjin teqîn qezayek bû.