Dayikên gerîla û şehîdan û rêxistinên sivîl banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Dayikên gerîla û dayikên şehîdan soz da ku dê piştgiriya hemleya KCK`ê bikin û ji bo şikandina siyaseta dijberî tevgera wan dê li hemû qadên têkoşînê li pişt zarokên xwe bin. Her wiha piştrast kirin ku ew ji armancên xwe yên azadiyê û bidawîkirina dagirkeriyê paşde venagerin û banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir.

Dayikên gerîla û şehîdan û rêxistinên sivîl banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
Dayikên gerîla û şehîdan û rêxistinên sivîl banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
Dayikên gerîla û şehîdan û rêxistinên sivîl banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
Dayikên gerîla û şehîdan û rêxistinên sivîl banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
14 cotmeh, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

KCK 9`ê Îlonê bi daxuyaniyekê bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye” li Kurdistanê û hemû welatên ku Kurd lê dijîn, hemleyeke dest pê kir. Hemle ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bidawîkirina xetereya li ser pêkhateyên ku bi hev re di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de dijîn û ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk hat destpêkirin.

Ji bo bilindkirina têkoşînê û piştgiriya hemleya KCK`ê, her wiha ji bo berdewamkirina hemleya 16`ê Îlona borî, îro dayikên gerîla li bajarên Hesekê û Qamişlo 2 daxuyaniyên cuda dan û salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Dayikên şehîdan û endamên Kongreya Star beşdarî daxuyaniyê bûn û wêneyên şehîdan û rêber Ocalan rakirin.

Xaliya Necar li parka giştî ya taxa Xerbî ya naverasta Qamişloyê, Mizgîn Hesen jî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê girêdayî Hesekê, daxuyanî xwendin.

Di her du daxuyaniyan de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk hemû gelê Kurdistanê kir hedef da ku îradeya wan û îradeya hemû gelên azadîxwaz, bişikîne û wiha hat gotin: “Komplo negihîşt armanca xwe. Li hemberî komployê, fikr û felsefeya Ocalan hate belavkirin û Ocalan ji bo hemû gelên bindest bû sembolek.”

Dayikên şehîdan ev bang li gelên herêmê kir: “Dagirkeriya Tirk hemû rêbazên zordar li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Li hemberî vê rewşê bêdengiya navneteweyî û herêmî dewam dike. Divê hemû beşên civakê her tim amade bin û li qadan bin.”

HESEKÊ

Di heman çarçoveyê de, bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Rêxistina Sara bi koordîneya bi gelek rêxistinên din ên jinan ên bajarê Hesekê re dauxyaniyek da û bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku piştgiriya koçberan bikin.

Endama rêveber a saziyên civaka sivîl Gulistan Elî, endama Rêxistina Sara Menal Mûsa û endama rêveber a Komeleya Şawîşka Ibtîsal El-Hesen li kampa Serêkaniyê daxuyanî bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî, daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek saziyên civaka sivîl, dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê li dijî sivîlan ku dikevin asta sûcên şer û sûcên mirovahiyê, şermezar dikin. Em bang li saziyên civaka navneteweyî yên têkildar û saziyên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji xaka Sûriyê vekişe. Her wiha sînorekî ji binpêkirinên wê re deynin, li dadgehên navneteweyî hesabê jê bixwazin û koçberan bi garantiyeke navneteweyî vegerînin malên wan.”

Em bang dikin ku jin û zarokan ji tundiya komên çete biparêzin û alîkariyên mirovî yên pêwîst pêşkêşî wan bikin.

(cx)

ANHA