Rojnameyên Erebî: Li başûrê Sûriyê rageşî zêde dinbe, Tirkiyê ji ber gefên Ewropayê xwe paşde kişand

Di rojeva rojnameyên erebî yên îro de rageşiya di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û komên opozîsyonê ya li başûrê welêt û tevgera dewleta Tirk a li rojhilatê Deryaya Spî hebûn.  

Rojnameyên Erebî: Li başûrê Sûriyê rageşî zêde dinbe, Tirkiyê ji ber gefên Ewropayê xwe paşde kişand
6 cotmeh, 2020   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: GELO BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BÊ BIBE HERÊMA PEVÇÛNÊN HERÊMÎ

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa li başûrê Sûriyê de nivîsî: “Pir rapor hatin weşandin ku behsa wê dikin ku li eniyên başûrê Sûriyê di van mehên dawiyê de pevçûn zêde bûne di navbera hêzên rejîmê û milîsên Îranê li aliyekî û hêzên opozîsyona Sûriyê û hin aliyên din ên nediyar de.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li Deraa û Qinêtra ku nêzîkî Golanê ne ku li ser sînorê Îsraîlê ye, êrişên li dijî rejîmê zêde bûne. Her wiha li Siwêdayê jî ku li başûrê rojavayê welêt e. Ev yek encameke normal a siyasetê Kremlînê ye ku ji sala 2018`an ve li ser wê herêmê ferz kiriye, ji ber Rûsya ji wê demê de nehişt ku hêzên rejîmê û milîsên Îranê bi temanî dest deynin ser herêmên başûr, ev yek ji bo Urdun û Îsraîlê jî cihê fikaran e.

Başûrê Sûriyê hê jî herêmeke germ e, dibe ku bi salan jî wiha bimîne, dê çarenûsa herêmê girêdayî siyasetên herêmî be, ne girêdayî îradeya hikumeta Şamê be. Akrotorên ku li ser têlên aloziyê dilîzin, nêrîna wan ne wekî ya rejîma El-Esed e.”

ŞERQ EL-EWSAT: 3 MOŞEKAN LIHEVHATINA LI BEXDAYÊ TÊK BIR

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê nivîsî: “3moşekên katyûşa li herêmên nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin, wan moşekan “lihevhatina” di navbera komên çekdar û Amerîkayê de têk bir. Beriya du rojan, derengî şevê 2 moşek li herêma pêşberî balyozxaneyê ku beramberî çemê Dîcle ye, ketin û yek jî li derdora balafirxaneya Bexdayê ket. Hêzên ewlekariyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku kesên ev moşek berdane komên “terrorist” in.”

UKAZ: GELO ŞERÊ ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ RAWESTIYA?

Der barê geşedan û aloziya li herêma rojhilatê Deryaya Spî de rojnameya Ukaz nivîsî: “Geşedaneke balkêş çêbû; keştiya lêgerîna gazê ya Tirkiyê duh (duşemê) ji cihê xwe yê pêşberî peravên Qibrisê bû, vekişiya û berê xwe da bakur ber bi benderên welatê xwe ve, ev geşedan diyar dike ku Erdogan ji tirsa cezayên Ewropayê xwe paşde kişandiye. Ev keştiya duyem e ku Enqere wê ji herêma rojhilatê Deryaya Spî dikşîne, piştî ku bi Yewnanistan û Qibrisê re aloziyeke  mezin rû da , hindek mabû ku ev alozî bibe veguhere pevçûnên leşkerî.”