Gera duyemîn a dan û standinên lîbyayî li Mexribê bi dawî bû

Gera duyemîn a dan û standinên siyasî yên aliyên lîbyayî li Mexribê îro bi lihevkirina li ser erkeke serweriyê, bi dawî bû.

Gera duyemîn a dan û standinên lîbyayî li Mexribê bi dawî bû
5 cotmeh, 2020   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Al-Arabia Net li ser zimanê çavkaniyên xwe ragihand ku di dan û standinên lîbyayî-lîbyayî ya li bajarê Bozenîqa de binpêkirinek der barê lihevkirinê de çêbû.

Çavkaniyan piştrast kir ku aliyên binakok ên lîbyayî li hev kirin ku erka berpirsê Banka Navendî li herêma Berqa ku erkeke serweriyê ye vegere.

Her wiha destnîşan kir her du aliyan li ser vegera erka cîgirê berpirsê Banka Navendî li herêma Terablusê li hev kir.

Çavkaniyên dane zanîn ku her du aliyan li ser qanûn û dispilînên xebata erka berpirsiyar û cîgirê wî di Banka Navendî ya Lîbyayê de, nîqaş kir.

Îro jî civîneke nû ji gera duyemîn a dan û standinên lîbyayî-lîbyayî li bajarê Bozenîqa yê Mexribê dest pê kir. Gera ji bo danîna sînorekî ji nakokiya meydanî û siyasî ya li welat re, pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Mexribê Nasir Borîta di civîna Parlamentoya Lîbya û Meclisa Bilind a Dewletê ya Terablusê de wiha got: "Em bi hêvî ne ku li ser diyaloga Bozenîqa di demeke nêz de bê îmzekirin."

(fr)