Meşeleya berxwedanê ya ku rêya azadiyê ronî kiriye; Arîn Mîrkan

Şehîd Arîn Mîrkan efsaneya berxwedana Kobanê ye ku metoda birûmet a berxwedan û têkoşînê ji bo azadiya jinan nexşe kir.

Meşeleya berxwedanê ya ku rêya azadiyê ronî kiriye; Arîn Mîrkan
5 cotmeh, 2020   00:22
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX-MÎDYA HENAN

Arîn Mîrkan bû meşeleya berxwedanê û metoda azadiya jinan nexşe kir. Gelek têkoşerên mîna Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê, Rêvana û yên dîtir li ser xeta wê ya têkoşînê meşîn ku navên wan di rûpelên dîroka jina berxwedêr û têkoşer de hatin nivîsandin.

JIYANA ARÎN MÎRKAN

Dilara Kênc (Arîn Mîrkan) li gundê Mîrkan an jî gundê Husê yê girêdayî navçeya Mabeta ya kantona Efrînê di 1992’yan de hate dinê. Navê Dîlara ji navê şehîd Dîlara ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê hate girtin.

Arîn Mîrkan dibistana seretayî û navîn li gundê Mîrkan xwendiye, di her du merheleyan de serkeftî bû. Piştre di destpêka 2007’an de tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe. Bi destpêkirina şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê re beşdarî gelek çalakiyên nîştimanî dibe. Dûvre tev li refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe.

Girêdayî mijarê dayika Arîn Mîrkan, Wehîde Henan, li ser têkoşer Arîn Mîrkan axivî: "  Piştî Arîn tev li YPJ'ê bû, gelek taybetmendiyên pêşeng û fermandariyê wergirtin. Bi wê re jî bû fermandarê YPJ’ê li tevahî qadên şer. Bû çavkaniya moral ji hevrêyên xwe yên xort û keç di rewşên teng de. Bi rûkenî û çalakbûna xwe her tim kêfxweşî li derdora xwe belav dikr. Bi rihê berpirsiyartî yê bilind tev digerî."

Wehîde Henan got keça wê di kesayeta xwe de hezkirî bû, çalak bû û di tevahî xebat, jiyan û xwendina xwe de serkeftî bû.

Wehîde Henan li ser serpêhatiyeke Arîn Mîrkan ku di refa 8’an de bû wiha axivî: "Ji dibistanê vegerî, bazingeke bi nexşên kurdî kiribû destê xwe, got mamoste bi heqaret bi min re axiviye û wiha ji min re vegot; ew ji kurdan hez nakin  û em nikarin mafên xwe bi dest bixin. Vê bûyerê di Arînê de bandoreke mezin çêkir. Ji wê gavê de rêwitiya xwe ya berxwedan û têkoşînê dest pê kir."

LI DAYIKA XWE WESIYET KIR KU DI DEMA ŞEHADETA WÊ DE TILÎLÎ BIKE

Dayika Arîn Mîrkan li ser zimanê hevrêyeke wê ku di şerê Kobanê de bû, da zanîn ku di dema hevrêyên wê ji Arîn pirs kir ku tu dixwazî dayika xwe bibînî, wiha bersiv da: "Ez dixwazim dayika xwe bibînim, lê piştî rizgarkirina Kobanê. Heke min nedît jî jê re bêjin di dema şehîd bûm de bila bi dengekî bilind tilîlî bike û xemgîn nebe."

Wehîde Henan di dawiya axaftina xwe de diyar kir: "Arîn bi çalakiya xwe ya fedayî, rêya tevahî jinan ronî kir, em bi çalakiya wê ya fedayî serbilind in. Bi wê ji dijmin re vîna jina azad û bi hêz îsbat kir."

Birayî şehîd Arîn Mîrkan, Beşar Kênc li ser hestên xwe piştî pêkanîna xweşka wê ya çalakiya fedayî wiha axivî: "Arîn di xebata xwe de pir çalak bû û di jiyana xwe de serketî bû. Dema tev li YPJ’ê bû, me dizanî ku dê rojekê agahiya şehadeta wê bibihîsin. Lê belê çalakiya wê ya fedayî hêzek din min de da avakirin rêya wê ya têkoşînê bişopînin. Biryara çalakiya fedayî vîneke xurt dixwaze. Li gel Arînê jî ew vîn hebû û laqyiqî navê jina azad bû."

'DIVÊ GELÊ KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YEK DEST BE'

Birayê şehîd Arîn Mîrkan peyamek ji tevahî kurdên li çar parçeyên Kurdistanê re şand ku li dijî dijmin bi yek bin û wiha pê de çû: "Niha em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê yên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kiriye, operasyoneke girtinê pêk tîne. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze gelê Kurd bi hemû şêwe û rêbazan têk bibe û qir bike. Ji me tê xwestin ku em li hember dijmin bi yek bin."

'ARÎN METODA AZADIYA JINAN NEXŞE KIR KU TEVAHÎ JIN LI SER WÊ MEŞÎN'

Di 5’ê Cotmeha 2014’an de di navbera YPJ, YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li girê Miştenûrê yê li Kobanê şer rû da. Şervana efrînî ew yek derfet girt û ber bi nuqteya kombûna çeteyan ve çû. Dema gihaştê bi mayîneke destan xwe di wan de teqand, di encamê de gelek mayînên di rexta wê de teqiyan. Bi wê re jî hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Arîn Mîrkan bi vê yekê di oxira parastina welat û gelê xwe de xwe feda kir, şehadet li şûna jiyana heqaret berz kir. Bi wê çalakiya xwe metoda azadiyê nexşe kir ku tevahî jin li ser wê meşîn."

Arîn Mîrkan ji tevahî cîhanê re, di dema mijar girêdayî azadî û doza wê de be, sepand ku vîn û hêza jina Kurd heye. Bi wê re jî bi sedan têkoşerên mîna Avêsta Xabûr, Barîn Kobanî yên bûne sembol ji tevahî jinên cîhanê re li ser metod û fikra wê meşîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nIRjpOZUk-w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>