Navalny: Destê Pûtîn di jehrkirina min de heye

Muxalifê Rûsî Alexei Navalny di axaftina xwe de bi kovareke Almanî re, serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn bi jehrkirina wî tawanbar kir.

Navalny: Destê Pûtîn di jehrkirina min de heye
1 cotmeh, 2020   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Muxalifê rûsî, Navalny ê ku bi rexneyên xwe yên tund li dijî Kremlin tê naskirin, ji kovara Der Spiegel a Almanyayê re axivîbû, da zanîn ku destê serokê Rûsyayê Viladimir Putîn di jerhkirina wî de heye û got: “Tu vegotinên min ên din girêdayî bûyerên tune ye.”

Di meha Tebaxê de Navalny bi rêya balafirê ji Rûsya derbasî Berlînê bû û di dema ew balafirê de bû ew neşxweş ket. Navalny di nexweşxaneya Charite ya Almanyayê tê dermankirin. Almanya got ew bi gazek damaran (siniran) a kujer beriya ku di Îlonê de derkeve hatiye jehkirin.

Navalny bi vê hevokê behsa wê kêliyê kir: “Tu bi ti êşî nahesî lê tu dizanî ku tu dimirî.”

Navalny kovara Der Spiegel agahdar kir ku ew ê vegere Rûsyayê.

(şx)