Wezîrekî Fransayê: Divê Yekitiya Ewropayê bi awayekî cidî li dijî dewleta Tirk bisekine

Wezîrê Dewleta Fransayê yê Karûbarê Ewropayê bang li Ewropayê kir ku helwestên cidî li dijî dewleta Tirk bikirin.

Wezîrekî Fransayê: Divê Yekitiya Ewropayê bi awayekî cidî li dijî dewleta Tirk bisekine
1 cotmeh, 2020   08:25
NAVENDA NÛҪEYAN

Li gorî Reutresê, Wezîrê Dewleta Fransayê yê Karûbarên Ewropayê Clement Boone îro diyar kir ku divê Yekitiya Ewropayê (YE) bi awayekî cidî li dijî dewleta Tirk bisekine û ev yek tê wateya ku ihtimal ceza werin birin.

Wezîrê fransî di hevpeyvîna bi kanala Fransa 2 re da zanîn ku divê nîşaneyên cidîbûna ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk di demek kurt de, hebin.

Tê payîn ku îro rêveberên Yekitiya Ewropî li Broksêlê bicivin û di dirêjahiya du rojan de rageşyên li rojhilatê Deryayê Spî û têkiliyên bi dewleta Tirk re nîqaş bikin.