Li Idlibê şerê hikumeta Şamê û çeteyan  berdewam e

Li “herêma bêçek” di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer  berdewam e û bi giranî jî gundewarên Idlib, Heleb û Hemayê tên hedefgirtin.

Li Idlibê şerê hikumeta Şamê û çeteyan  berdewam e
30 îlon, 2020   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumetê îro danê sibehê herêmên li El-Ziyara û Til Wasit ên Sehl El-Xab li bakurê rojavayê Hemayê û El-Fitêra li bejahiya başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha li eniya El-Hebata li gundewarên rojavayê Helebê şer di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de derket.

Hêzên hikumetê li eniya El-Erbîx, dema ku hewl dida derbas bibin û mayinan biçînin, rastî bersivdayîna çeteyên Eniya Nîştîmanî (Cebhe El-Weteniyê) hatin. Di heman demê de di navbera her du aliyan de şer derket.   

Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bajarokê Kensefra, El-Fitêra,Kefer Iwêd, Sifûhen li çiyayê El-Zawiyê li bejahiya Idlibê topbaran kir, lê der barê ziyanên canî de agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha çeteyan jî bi çekên giran kombûnên hêzên hikumetê li derdora her du gundên El-Behsa û Bêt Hisno li Sehil El- Xab hedef girtin û di encamê de ziyanên canî jî ji çekdarên girêdayî hêzên hikumetê li wê herêmê çêbûn.

(oh)