Li Minbicê panelek bi navê "berdana bêdeng"

Ji bo nasandina têgeha "berdana bêdeng", sedemê wê û bandora wê li malbat û civakê, Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Minbicê panelek li dar xist.

Li Minbicê panelek bi navê "berdana bêdeng"
Li Minbicê panelek bi navê "berdana bêdeng"
Li Minbicê panelek bi navê "berdana bêdeng"
Li Minbicê panelek bi navê "berdana bêdeng"
29 îlon, 2020   13:41
MINBIC

Panel li hola Meclisa Jinan a Minbicê li dar ket û endamên saziyên bajêr tê de beşdar bûn.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Minbicê Rola Osman têgeha "berdana bêdeng" da nasîn û wiha got: "Berdana bêdeng, rewşa tunebûna hestan li cem her du aliyan e, anku jin û mêr bi hev re li cihekî bijîn lê belê ji hev dûr bin."

Rola wiha domand: "Ev yek bi berdana bêdeng tê nasîn, tevî ku hest di navbera jin û mêr de tune ne jî, lê belê her du alî aram in û wekî ku li hev dikin."

Rola destnîşan kir ku yek ji sedemên berdana hestiyarî, zextên madî ne ku sedema herî girîng a veqetînê ye. Her wiha ezeziyeta aliyekî ku tenê maf û daxwazên xwe di ber çav re digire û aliyê din ji bîr dike. Navê berdana hestiyarî li vê rewşê tê kirin.

Rola wiha domand: "Li gorî lêkolînan, berdana hestiyarî bandorên neyinî li zarokan dike, ji ber ku jiyana asayî derbas dikin lê belê girîngiyê nadin hestên zarokên xwe. Ev yek dihêle zarokên wan xemgîn bibin û zehmetiyan bijîn."

Rola Osman behsa rêbazên çareserkirina berdana hestiyarî jî kir û wiha got: "Divê her du alî ji hev re vekirî bin û hev fêm bikin. Her wiha divê diyalogê pêk bînin û li nêrînên hev guhdarî bikin."

Panel bi nîqaşên beşdaran li ser mijarê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z1R4411Z1aA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>