Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyona qirkirina siyasî ya li djiî HDP'ê şermezar kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê û Sûriyê operasyona qirkirina siyasî ya AKP-MHP'ê ya li dijî HDP`ê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk careke din şovenîzma xwe li dijî gelan eşkere  kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyona qirkirina siyasî ya li djiî HDP'ê şermezar kir
28 îlon, 2020   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî operasyona qirkirina siyasî ya rejîma dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a desthilatdar bi pêşengtiya hikumeta AKP`ê careke din îspat kir ku ew li dijî demokrasiyê ye û şovenîzmê li dijî gelê xwe û gelê derdorê dimeşîne û êdî piştevaniya xwe ji DAIŞ`ê re venaşêre. Faşîzma Tirk di 25`ê Îlonê de dest bi rêzegirtina endam û rêveberên HDP`ê kir ku hejmara wan 82 kes bûn. Di nava wan de jinên siyasetmedar û mafnas jî hebûn. Sedema girtina wan behaneya ku ew di 2014`an de beşdarî meşên piştevaniya gelê Kobanê li dijî êrişên DAIŞ`ê bûne.

Em weke Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên dewleta Tirk a desthilatdar li dijî HDP`ê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û rêxistinên hiqûqî di nav Tirkiyê de û siyaseta wê ya tarî li dijî dewletên derdorê pêk tîne, şermezar dikin. Em bang li civakên navnetewî dikin ku ji van kiryarên dewleta Tirk re sînorekî daynin û li dijî desthilatdariya osmanî ya nû û hêzên girêdayî wê bisekinin. Her wiha em piştgiriya xwe ji hemû girtiyan re radigihînin û têkoşîna wan a ji bo pêkanîna edalet, aştî û demokrasiyê silav dikin."

ANHA