Li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de aloziya sotemeniyê giran dibe

Li piraniya parêzgehên Sûriyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de sotemenî kêm e, gendelî zêde dibe û ev jî bandorê li jiyana welatiyan dike.

Li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de aloziya sotemeniyê giran dibe
24 îlon, 2020   08:28
HELEB

Hejmara erebeyên ji bo benzînê li ser dorê sekinîne, zêdetirî kîlometreyekê ye, êdî mirov nikare bibêje ku kolan ji erebeyan vala bûye, ji ber ku kolan bi erebeyên rawestiyayî hatine dagirtin û ji bo ajokaran xewn e ku benzînê bidest bixin.

Ji ber vê pirsgirêkê gelek alozî derketin holê û gihaşt asta ku hin kes jiyana xwe ji dest bidin. Her wiha ji ber gendeliyê jî welatî bi hêrs bûne.

Rawestandina erebeyan li ber stasyonan mirovan dixe metirsiyê û yek ji van stasyonan ku rewşa wê hatiye şopandin, stasyona El-Tetan e ku li bajarê Helebê stasyoneke navdar e û li herêma Kabarî ya li taxa Meydan e.  Erebeyên li ber stasyonê rawestiyane dirêjbûna wan gihaştiye 4 km.

Ji ber vê ajokar neçar dimînin ku erebeyên xwe bi destan bidehvînin û benzîna di depoyê de biparêzin, ji ber vê ajokar benzînê bi "afyonê" wesif dikin.

Aborînasên li herêmê dibêjin ku aloziya sotemeniyê nexasim a benzînê zêdetirî salekê ye û her tim ev alozî dubare dibe û sedemên vê yekê jî gelek in. Ji van sedeman hikumet dixwaze buhayan bilindtir bike, mînaka wê jî Adara par hikumetê buhayê lîtreya benzîna baş an jî ya oktanbilind ji 90 lîreyên Sûriyê kir 250 lîre.

Piştî benzîn kêm bû buhayê wê jî bilind bû, lê der barê vê de zêde rexne çênebûn, heta wê demê gelek welatiyan digot heke peyda bibe ew amade ne lîtreya benzînê bi 250’an jî bikirin, baştir e ku ji sûka reş bi du qatan bihatir bikirin.

Hin ajokarên erebeyan ku debara jiyana xwe li ser erebeyê dikin, ji ajansa me re axivîn.

Ajokarê bi navê E.K. destnîşan kir ku heke ajokar nexwazin têkeve dora erebeyên li ber stasyonan rawestiyane û komîteyên hikumetê yên ewlekariyê çavdêriya wan dikin û di heman rojê de benzînê bi dest bixin, divê pereyan bidin.

Mebesta ji dana pereyan ew e ku berpirsê belavkirina benzînê ku gelek caran efserekî ewlekariyê ye, bertîl bike anku xwediyên erebeyan pere didin wî. Bertîla ku ew didin jî ji 5 heta 10 hezar lîreyên Sûriyê ye û bi vî şeklî benzînê werdigirin û nakevin dorê. 

Her wiha welatiyê bi navê S.B. jî ku ajokarê teksiyekê ye û li nava bajêr dixebite û got dema ew bertîlan nedin du yan sê rojan dikevin dorê de û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji bo ku ez benzînê bikirim ji beriya du rojan ve ez di dorê de me, êdî ji dîtina malbata xwe jî bê par dimînim û di roja sêyan de pêwîstiyên wan bi cih tînim."

SÛKA REŞ

Welatiyê bi navê S.B .îşaret bi zehmetiya pê re rû bi rû dimîne kir û wiha pê de çû:"Heke ez bixwazin çend lître benzîn ji sûka reş bikirim, her lîtreyek 3 hezar û 200 lîreyên Sûriyê ye anku 12 qatan ji benzîna baş zêdetir e."

Lewma ajokarên teksiyan neçar dimînin buhayên veguhastinê bilind bikin, benzînê bikirin û debara zorkên xwe bikin, ji ber vê bandor li civakê, nexasim li welatiyan dibe.

S.B. diyar kir ku heke teksiyekê ji taxa Şêxmeqsûdê biçe taxa Şîar, derdora 6 km dike û divê mirov deh hezar lîreyên Sûriyê bide û ev jî beşeke  ji fonê karmendekî hikumetê dike.

Li sûka reş tenekeya benzînê ya 20 lîtreyan bûye bi 50 hezar lîreyên Sûriyê.  Lewma pirsa li wir derdikeve holê; heke hikumet zehmetiya qutbûnê dikişîne wê demê ev benzîn ji ku tê?

QETILKIRINA WELATIYEKÎ

Çavkaniyan ji bajarê Helebê ji ajansa me re ragihand ku beriya çend rojan li pêşiya gaziya Menara ya nêzî balafirgeha Navneteweyî ya bajêr di navbera ajokarekî teksiyê û efserekî hikumetê de şer derket, ji ber efser li hemberî derbaskirina teksiya wî bertîl xwestibû.

Pevçûn gur bû û leşkerên hikumeta Şamê gule li welatî reşandin û di encamê de welatî jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî da zanîn ku polîsan dever dorpêç kir, cenazeyê welatî derxistin û gef li welatiyên şahid xwarin ku eger kes behsa bûyerê bike, dê werin cezakirin.

TEVGER TUNE YE

Pirsgirêka kêmbûna benzînê bandorê li tevgera veguhastina welatiyan kir û yên herî zêde pê bandor bûn jî welatî, xwendekar û nexweş in.

Heta gihaşt astekê ku basên di nava bajêr an jî servîs nikarin herî kesî siwar bikin, ji ber hejmara kesên dixwazin biçin ser karên xwe pir e.

Ji ber vê welatî dereng digihêjin karê xwe û tu kes behsa sedema vê yekê nake ji ber her kes rewşê dizane.

MEKANÎZMAYA BELAVKIRINÊ BI KÊR NAYÊ

Têkildarî mekanîzmaya belavkirinê û ji bo hêsankirina firotinê, gelek însiyatîf ji aliyê hikumetê ve hatin pêşkêşkirin, lê dîsa jî ji ber gendeliya biçûk û mezin a di nava qadên hikumetê de pirsgirêk çareser nebû.

Lewra parêzgeha Helebê li gorî rengên erebeyan benzînê belav dikin anku rengê zer, spî û renglî, lê dîsa jî careser nebû û biryar hate dayîn ku stasyonên berê ji ber muxalefetan hatibûn girtin, careke din werin vekirin. Dîsa jî hema bêje ku vekirina van stasyonan jî nebû bersiv.

Tevahî pêşniyarên ku hatine kirin, pişta xwe didin "karta zekî" da ku her erebeyekê para wê ji miqdarê benzînê were diyarkirin.

Wezareta Sotemeniyê li ser bingeha biryarnameya taybet bi erebeyên taybet û motorsîklêtan e û roja yekşemê 19`î Îlonê ragihand guhartin çêkiriye, ew jî her heft rojan carekê dikarin benzînê bikirin û li gorî para xwe ya mehane.

eh

ANHA