Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Dewleta Tirk berpirsa sûcên li herêmên dagirkirî ye

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker berpirsa sûcên li herêmên dagirkirî ye.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Dewleta Tirk berpirsa sûcên li herêmên dagirkirî ye
21 îlon, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rapora Komîteya Lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ya girêdayî kar û barên Sûriyê ku di 10`ê Îlonê de ji Meclisa Mafên Mirovan re ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşkêş kiribû, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Artêşa Nîştîmanî ya Sûriyê ya ku dewleta Tirk desteka wê dike, sûcan li herêmên Sûriyê mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, rapora Komîteya Lêpirsînê, sûc û kiryarên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ji kuştin, revandin, îşkencekirn, koçberkirin û qirkirina çandî û şaristanî ya pêkhateyên herêmê yên resen belge kirine û ew digihêjin asta sûcên şer. Ev yek ji bo belgekirina tundî û sûcên hovane yên ku li herêmên dagirkirî rû didin pêngaveke erênî ye.

Meclisa Jinan di berdewama daxuyaniya xwe de kedên navneteweyî ji bo eşkerekirina sûcên delweta Tirk û komên girêdayî wê bi erênî nirxandin û got: “Em hêvî dikin ku dewleta Tirk wek berpirsa yekser ji van sûcan re bê dîtin. Her wiha were piştrastkirin ku ev sûc bi fermana dewleta Tirk a dagireker pêk tên. Êdî hewldanên demografiya herêmên Kurd ji tevahiya re diyar bûne. Dewleta Tirk şêniyên resen dide koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike.“

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî û saziyên têkildar kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên ku pêk tîne muhesebe bikin. Her wiha banga pêkanîna zextê li ser dewleta Tirk kir, da ku ji Sûriyê vekişe û şêniyên resen vegerin warên xwe. Ev yek dê rolek di rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê bigire û azarên wî bi dawî bike.

(şx)

ANHA