Kongreya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Kongreya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna 80 delegeyan li Qamişloyê dest pê kir.

Kongreya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Kongreya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Kongreya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
21 îlon, 2020   09:21
QAMIŞLO

Kongre bi armanca nîqaşkirina xebatên aboriya jinan û pêşxistina wê, girîngiya projeyên aborî yên ku pêk hatine û xurtkirina jinan ji aliyê aborî ve, li dar dikeve.

80 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên sivîl ên Qamişloyê tev li kongreyê bûn.

Hola kongreyê bi wêneyên şehîdên jin ên ku di şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê mîna Leyla Agirî, Hevrîn Xelef, dayîka Aqîde, Zehra, Hebûn û dayîka Emîne hate xemilandin.

Di kongreyê de perspektîfên rêber Abdullah Ocalan û rapora 2 salan hatin xwendin. Beşdaran rapor, rewşa siyasî û rêxistinî nirxandin û plansaziya karê xwe danî.

Di kongreyê de ji Koordînasyona Kongreya Star Hediye Şemo axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Hediye lidarketina kongreyê li tevahiya jinan pîroz kir.

Hediye Şemo soza şopandina rêya şehîdên jin ên ku ji bo azadiya jinan tê koşiyane û canê xwe feda kiriye, da û got: “Em şopdarên fikr û felsefeya rêber Ocalan in. Em ê hewl bidin tevahiya jinan ji tevahiya aliyan ve, bi taybet aborî, azad bikin da ku aboriya wê xurt bikin.”

Hediye hêvî kir ku kongre encamdar be û biryarên girîng ku aboriya jinan bi pêş dixe, bide.

Kongre bi nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî berdewam e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sq5cQyQGrkE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>