Ji bo piştgiriya zarokên Kampa Waşûkanî çalakiyeke çandî

Bi dirûşmeya "Bi helbest û stranan em ê xewnên zarokên xwe bixemilînin", Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê bi koordîneya bi Komîteya Çand û Hunerê ya Kampa Waşûkaînî re ji zarokên kampê re çalakiyeke çandî li dar xist.

Ji bo piştgiriya zarokên Kampa Waşûkanî çalakiyeke çandî
Ji bo piştgiriya zarokên Kampa Waşûkanî çalakiyeke çandî
Ji bo piştgiriya zarokên Kampa Waşûkanî çalakiyeke çandî
Ji bo piştgiriya zarokên Kampa Waşûkanî çalakiyeke çandî
Ji bo piştgiriya zarokên Kampa Waşûkanî çalakiyeke çandî
Ji bo piştgiriya zarokên Kampa Waşûkanî çalakiyeke çandî
20 îlon, 2020   19:01
HESEKÊ- COZA ÎBRAHÎM- HENAR ÎBRAHÎM

Di çalakiyê de helbest, stran û şanoyên li ser azadiya zarokan û mehrûmbûna wan ji xwendinê ji ber topbarankirina herêmên wan, hatin pêşandan.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî li ser armanca çalakiyê wiha got: "Armanca me ya sereke xurtkirina vîna zarokên kampê û piştgiriya wan e. Ji ber ku girêdayî axa bajarê xwe ne. Zarokên kampê heta hefteyekê xwe perwerde kirin û bi xwe şano pêşkêş kirin."

Efaf destnîşan kir ku bi nêzîkbûna salvegera êrişên li ser herêma Serêkaniyê û gundewarên wê re, dê Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê di hundir Kampên Waşûkanî û Serêkaniyê de navendê çandê veke û got: "Amadekariyên çalakiyeke çandî li ser astê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin. Her wiha dê navendên çandê di hundir her du kampan de bên vekirin."

(cx)

ANHA