Dayikên şehîdan: Heftanîn ne bi tenê ye

Dayikên şehîdan ên bajarê Hesekê banga têkoşîna li hemberî dagirkeriyê kir û got "Heftanîn ne bi tenê ye, em hemû Heftanîn in."

Dayikên şehîdan: Heftanîn ne bi tenê ye
20 îlon, 2020   07:11
HESEKÊ – BASIL REŞÎD –COZA ÎBRAHÎM

Ji 16'ê Hezîranê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkirinê li ser herêma Heftanînê û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine. Gerîlayên HPG'ê li hemberî êrişan disekinin û bersivê didin.

Dayika şehîd Raperîn û şehîd Tolhildan, Zehra Sîno ya ji bajarê Hesekê got: "Zarokên min di oxira parastina xaka xwe û mafên gelên bindest de şehîd bûn. Erdogan ê destwerdanê li Kurdistanê dike, çi ji gelê Kurd dixwaze?"

Dayika Zehra diyar kir ku êrişên Erdogan ên li ser herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê wê bi ser nekevin û wiha domand: "Yek tenê ji me bimîne em ê bi ser bikevin û jiyaneke birûmet li ser xaka xwe bidomînin."

Dayika Zehra destnîşan kir ku zarokên wê li ser xeta edalet û rastiyê dimeşîn, bi saya şehîdan ew ê bi ser bikevin û ev tişt got: "Em ne poşman in ku zarokên me şehîd bûn, lê belê heta mirinê wê serê me bilind be."

Dayika Zehra Sîno diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftanîn û çiyayên Kurdistanê bê deng nemînin û got: "Em dayikên şehîdan ên bitemen were xwestin, em ê çek rakirin û biçin Heftanînê û çalakiyên fedayî li dijî dagirkeriya Tirk pêk bînin. Em ê tola şehîdaên xwe hilînin. Bila Erdogan bizane ku Heftanîn ne bi tenê ye, em hemû Heftanîn in."

'JI BO JIYANEKE BIRÛMET YEKITÎ PÊWÎST E'

Dayika şehîd Qehreman Çîçek, Sultana Ehmed kiryarên Osmaniyan ên li dijî gelê Kurd bi bîr xistin û got: "Dewleta Tirk a dagirker niha êrişî herêma Heftanînê û çiyayê Kurdistanê dike. Ev dide diyarkirin ku kesên dawaza mafên xwe dikin têne qetilkirin. Em dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftanînê şermezar dikin."

Dayika Sultana Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku ji bo jiyaneke azad û nasnameya kurdî yekitiya xwe ava bike.

Dayika şehîd Delîl Cûdî, Terfa Osman jî destnîşan kir ku Erdogan çi bike ew ji armanc û mafên xwe paşde naçin û dê piştgiriya HPG'ê li çiyayê Kurdistanê û herêma Heftanînê bi taybet bidomînin. Dayika Terfa got: "Em mafên zarokên xwe yên şehîd dixwazin, em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6kPWvY2JN_c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>