Ebdî: Rapora komîteya lêpirsînê ya serbixwe beşek ji sûcên şer e ku komên çekdar bi sponseriya Tirkiyê pêk tînin

Mezlûm Ebdî, rapora komîteya lêpirsînê ya serbixwe ya NY'yê ya derbarê sûcên dagirkeran li Efrîn û Serêkaniyê de wekî beşek ji sûcên şer ku komên çekdar bi sponseriya Tirkiyê pêk tînin şer bi nav kir. Ebdî got, "Têkildarî tewanên li dijî hêzên me, me dest bi lêpirsînê kiriye."

Ebdî: Rapora komîteya lêpirsînê ya serbixwe beşek ji sûcên şer e ku komên çekdar bi sponseriya Tirkiyê pêk tînin
17 îlon, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, têkildarî rapora NY'yê ya derbarê sûcên dagirkeran li Efrîn û Serêkaniyê daxuyaniyek li ser twîttera xwe weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Rapora komîteya navnetewî ya serbixwe beşek biçûk ji sûcên şer e ku komên çekdar bi nixumandina siyasî ya Tirkiyê li dijî gelê me yê li Efrîn û Serêkanaiyê pêk tînin.

Divê civaka navdewletî hesab ji aliyên ku sûcên şer pê tînin bixwawzin û bi cidiyet tevbigere û sûcdaran dadgeh bikikn

Têkildarî beşê girêdayî hêzên me: Paşguhkirineke bê sedem ji rastiya ku doza kampa Hola bi girêg û xwedî bandoreke navdewletî heye. Piraniya 84 dewletan qebûl nakin welatiyên xwe yên ji niştecihên kampê pêşwazî bikin. Rêxixitinên navneteweyî ji rola ya xwe ya alîkariyên mirovî kêm kiriye. Em teqez dikin ku ku me dest bi lêpirsînê kiriyê derbar rewşên ku di raporê de hatine parvekirine ku hêzên me tewanbar dike."

ANHA