Nûnera NY’yê bi QSD û Rêveberiya Xweser re civiya

Nûnera taybet a Kar û Barên Zarokan û Nakokiyên Çekdarî ya NY’yê civîneke online bi Fermandariya QSD’ê û Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xist.

Nûnera NY’yê bi QSD û Rêveberiya Xweser re civiya
15 îlon, 2020   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh nûnera taybet a Kar û Barên Zarokan û Nakokiyên Çekdarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Virginia Gamba civîneke online bi Fermandariya QSD’ê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xist.

Di civînê de fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mihbaş, fermandarên YPJ’ê Newroz Ehmed, her wiha Nesrîn Abdullah û Rêdûr Xelîl ji Nivîsgeha Têkiliyên QSD’ê û nuqteya têkiliya leşkerî bi NY’yê re amade bûn.

Di civînê de plana hevbeş a bi NY’yê ya ku di 29’ê Hezîrana 2019’an de û pêngavên ji hêla QSD’ê û Rêveberiya Xweser de pêk hatine, hatin nîqaşkirin. Virginia Gamba serkeftinên ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser pêk anînê, pîroz kirin.

Li aliyekî din jî li ser rewşa zarokên malbatên DAIŞ’î yên ne sûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û derfetên vegerandina wan li welatên wan hatin nîqaşkirin, her wiha gotin ku divê navendên amadekirin li ser asta dema nêz û navîn werin avakirin, heta çareseriyên guncaw ji dozen vegerandina wan a welatê wan re werin dîtin.

Her du aliyan piştrast kir ku navendên girtinê ne cihên guncaw in ku zarok tê de bimînin, ji ber ew bûn qurbaniyên şerê çekdarî. Her wiha Mezlûm Ebdî got divê NY serdanên xwe li navendên girtinê yên ku tê de zarokên malbatên DAIŞ’î hene bike, da ku pêdiviyên wan bi cih bîne.

Di civînê de li ser rewşa jin û zarokên biyanî yên li kampa Holê, kampa Roj hat nîqaşkirin û hate gotin ku divê çareseriyên giştî bi rêya hişyarkirina dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene bi lez bên dayîn da ku wan vegerînin welatên xwe û piştevaniya guncaw û girîng pêşkêş bikin.

QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê par peymanek bi NY’yê re der barê gelek çalakî û nûjekirina qanûnan de îmze kiribû û hinek ji wan xalan wiha ne:

1- Di Tîrmeha 2019’an de Fermandariya Giştî ya QSD’ê fermaneke leşkerî ji bo qedexekirina leşkerkirin û bikaranîna zarokan di şerê çekdarî de derxist.

2- Di 2019’an nêzî 30 zarok ji karên leşkerî hatin seknadin û radestî malbatên wan hatin kirin, her wiha 51 jinên ciwan jî ji hêzên leşkerî hatin derxistin û bi çavdêriya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 11’ê Çileya 2020’an  derbasî dibistanên taybet bûn, tevî derfeta xwegihandina hevalbendên NY’yê ya pêşkêşkirina pêdiviyan ji wan re. Her wiha 18 zarok ji hêzên leşkerî hatin derxistin û li navendên ewle hatin bicihkirin. Di heman demê de, 35 zarok ji karên leşkerî  hatin sekandin, jê 5 keçên biçûk bûn, piştre vegerandin malbatên wan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2019-2020’an de bi rêya hevkarî û koordînata bi gelek dewletan re 186 jin, 269 zarok ji 20 welatên cud vegerandin welatên wan ên mîna Trinidad, Australia, Rûsya, Fransa, Iraq, Denmark, Swêd, Amerîka, Ozbekistan, Nîjerya, Îtalya, Sûdan, Norwec Almanya, Brîtanya, Awisturya, Belçîka, Hollanda, Kazaxistan û Fînlanda.

(fr)