Trump: Ger Îran êrişekê li DYA’yê bike, dê bersiv hezar qatî dijwartir be

Serokê DYA’yê Donald Trump Îran hişyar kir û diyar kir ku ger Îran li hemberî berjewendiyên DYA`yê êrişan pêk bîne ew ê bersiveke xurttir bibîne.

Trump: Ger Îran êrişekê li DYA’yê bike, dê bersiv hezar qatî dijwartir be
15 îlon, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir ku çi êriş dibe bila bibe, ger ji aliyê Îranê ve li ser DYA`yê  pêk were, wê bersiveke bi hezar carî dijwartir bibîne.

Trump piştî rapora rojnameyekê ku diyar kiribû Îran ji bo kuştina balyoza Amerîkayê li başûrê Afrîkayê Lana Marks a nêzî serokê Amerîkayê ye, planek ji bo tolhildana kuştina Qasim Suleymanî çêkiriye, ev bersiv da.

Li gorî AFP`ê wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo diyar kir ku ew nîqaşa li ser plana kuştina balyoza Amerîkayê cidî dibînin.

Her wiha Pompeo destnîşan kir ku ew dizanin ku Îran yekemîn dewlet e ku piştgiriya terorê li cîhanê dike û berê jî bûyerên kuştinê yên bi vî rengî li Ewropa û cihên cuda kirine.

(oh)