Berxwedana Heftenînê li Hesekê û Helebê hate silavkirin

Şêniyên bajarê Hesekê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê daketin qadan, berxwedana Heftenînê silav kirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin.

12 îlon, 2020   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

HESEKÊ

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/kMWwo98h6HQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dirûşmeya "Dê berxwedana Heftenînê bi serkeve û îxanet û faşîzma Tirk têk biçe", Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya bi Kongreya Star re ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê, meşek bi rêxistin kir.

Meşa ku ji taxa Kelasê dest pê kir, bi dehan şêniyên bajêr tev bûn. Meşvanan dirûşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê berz kirin. Meşvan li çerxrêya Cûdî ya taxê deqeyekê rêz girtin. Piştre bi navê Kongreya Star a bajarê Hesekê Zeyneb Şîtka axivî û berxewdana HPG`ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li Heftenînê, silav kir.

Zeyneb wiha got: "Êrişên li ser Heftenînê bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêdayî ne, armanca êrişan qirkirina gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê ye. "

Zeyneb bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êriş û planên dagirkeriya Tirk, hevgirtî bin.

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk Mistefa Ehmed jî wiha got: "Divê hemû gelên cîhanê fedekariyên gelên herêmê ku bi hezaran şehîd û birîndar da, bibînin. Me tevahî cîhan ji bihêztirîn rêxistinên terorîst parast. "

HELEB

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/wWN9BcWJz0Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê, şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşeke girseyî li dar xistin.

Şênî li pêşiya keraca rojhilatê taxê kom bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Dê berxwedana Heftenînê bi serkeve û îxanet û faşîzma Tirk têk biçe", rakiribûn.

Meşvan di kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd re heta çarxrêya Şehîd Destîna a li rojhilatê taxê, meşiyan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê berz kirin.

Li wê derê, deqeyekê rêz hate girtin û endamê Meclisa Taxa Şehîd Gelhat, Cemal Ecac daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Parastina mirovahiyê, şerê herî bi wate û nirx e. Em bawer in ku serkeftina Heftenînê dê helbet pêk bê. Di van kêliyan de destanên leheniyên ji nifşên bê re tên nivîsîn. Çiqas dijmin bi hemû rêbazên hov hewl bide Heftenînê dagir bike jî, dê bi bin bikeve. Dijmin tirsonek e. Nîşaneya vê yekê jî ew e ku ta niha êrişên asîmanî pêk tîne û li ser erdê tu gavan navêje û tenê sîxuran dixe meriyetê."

Di daxuyaniyê de her wiha êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deynin.

(cx)

ANHA