Kongreya Star a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist

Kongreya Star a Til Temirê îro civîna xwe ya salane bi beşdariya bi dehan endaman li dar xist û civîn bi gelek plan û hilbijartina 3 endamên rêveber ji bo navçeyê bi dawî bû.

Kongreya Star a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongreya Star a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongreya Star a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongreya Star a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongreya Star a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
8 îlon, 2020   12:45
HESEKÊ

Vê sibehê civîna salane ya Kongreya Star a Til Temirê ya kantona Hesekê bi beşdariya bi dehan endamên wê yên navçe û bajarokan, dest pê kir. Civîn bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jinan mîsoger bikin" li dar ket.

Civîn li Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda navçeyê li dar ket. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a kantona Hesekê Bêrîvan Îsmaîl axivî.

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku dê xebatên civînê bi danîna plana xebateke nû ji bo 2 salên bê, bi dawî bibin.

Di civînê de rapora xebatên 2 salên borî hat xwendin, her wiha endamên beşdar li ser raporê nîqaş kir û bal kişand ser astengiyên li pêşberî wan. Dûre hilbijartin pêk hat û 3 endamên rêveber ji bo Kongreya Star a navçe û gundewarên wê hatin hilbijartin.

Civîn bi dengdayîna li ser pêşniyarên ji bo xebata 2 salên bê bi dawî bû û hin ji pêşniyar wiha ne:

- Firehkirina mekanîzmeya xebatê, ji bo rakirina tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan.

- Firehkirina çalakî û xebatên ji bo sekna li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Berdewama vekirina dewreyên perwerdê ji mêran re.

 (fr)

ANHA