Meclisa Jinan a PYD'ê berxwedana Heftenînê silav kir

Meclisa Jinan a PYD'ê ya Lubnanê berxwedana Heftenînê silav kir û banga  hevgirtin û yekitiya netewî li hemberî dagirkeriyê kir.

Meclisa Jinan a PYD'ê berxwedana Heftenînê silav kir
5 îlon, 2020   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê, kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên ser herêma Heftenînê şermezar kirin.

Endama Meclisa Jinan a PYD'ê Evîn Mihemed daxuyanî xwend û got: "Destpêkê em berxwedana Heftenînê silav dikin û bejna xwe li hemberî giyanên şehîdên cenga Heftenînê ditewînin. Berxwedana li Şehba û herêmên din ên Kurdistanê beşek ji berxwedana Heftenînê ye. Li seranserî xaka Kurdistanê berxwedanî heye. Li herêmên kurdan ên dagirkerî berxwedaneke bêhempa ji bo rizgarkirinê tê meşandin. Ev berxwedan beşek ji berxwedana Heftenînê ye ya ku Hêzên Parastina Gel têkoşîneke bêhempa raber dike.

Artêşa Tirk a dagirker ne tenê êrişî Heftenînê dike, di heman demê de kurdekî li kuderê hebe bi rêbazên cûda êrişî wê dike. Em piştgiriya xwe bi gelê me li Başûrê Kurdistanê re nîşan didin.

Em bang li hemû gelan dikin ku li hemberî alava şer bisekinin û dest bi diyalgonê cidî bikin da ku welatekî azad û aştiyane ava bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i3YmCWpiaas" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>