ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-09-2020`AN
4 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komxebata Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê ya derbarê şerê taybet de di roja duyemîn de berdewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê got, divê UNESCO'yê erkên xwe bi cih bîne û sînorekî ji dewleta Tirk re deyne ya şûnwarên herêmê talan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di demekê de ku gelek herêmên Sûriyê rastî wêraniyê dihat û şêniyên wê dihatin kuştin û ‎koçberkirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimuneyeke demokratîk a rêveberiyê li rex ‎şerê li dijî terorê pêş diket.  Mirov dikare vê rêveberiyê li tevahiya Sûriyê pêk bîne.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd gotin: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê li şûna ku bi gelê Kurd re li hemberî dagirkeriyê bisekine, bi bêdengiya xwe alîkariyê dide Tirkiyê da ku herêmên kurdan dagir bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cibraîl Mistefa detnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna Mîsqa Millî mudexleya Rojhilata Navîn dike û got, bi yekitiya gelên Rojhilata Navîn wê planên mêtîngeriyê têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Berpirsê buroya Partiya Kesk a Kurdistnaê ya navçeya Dirbêsiyê bang li hikumetên Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê kir ku rûyê xwe yê rast li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk eşkere bikin û gotin: "Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê delîlê hevkariya wê ya bi Tirkiyê re ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku gelê Kurd bang li PDK'ê dike ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar bike, serokê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi qatilê gelê Kurd re rûdinê. Rojnamevan diyar dikin ku PDK'ê helwesta xwe zelal kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê gotin: "Tevî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê em ê li malên xwe bimînin û parastina gund bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA