Yekemîn  projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê pêk tê

Ji bo tunekirina bermahiyên tenduristiyê û pêşîgirtina belavbûna nexweşiyan, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê dest pê kir.

Yekemîn  projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê pêk tê
Yekemîn  projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê pêk tê
Yekemîn  projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê pêk tê
Yekemîn  projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê pêk tê
Yekemîn  projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê pêk tê
Yekemîn  projeya tunekirina bermahiyên tenduristiyê pêk tê
2 îlon, 2020   14:05
QAMIŞLO- LÎLAV DÊWANÎ

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyan û parastina tenduristiya şêniyên bajarêr Qamişlo nexasim li gel belavbûna vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi koordîneya Heyva Sor a Kurd, Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê re cara yekemîn projeya "tunekirina bermahiyên tenduristiyê" dest pê kir. Di çarçoveya projeyê de bermahiyên nexweşxaneyên bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê hatin komkirin û li dûrî cihên şewitandina gilêşê hatin şewitandin. Ji ber ku bermahiyên tendursitiyê bandorên nerênî li şêniyan û xebatkarên şaredariyê dikin.

Beriya komkirina berhmahiyên tenduristiyê, endamên Şaredariya Gel xebatkarên neweşxaneyan perwerde kirin da ku bermahiyên tendursitiyê li gorî cureyên wan ji hev derxin.

Girêdayî mijarê, endamê rêveberiya Beşê Paqijiyê yê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Dijwar Bêzî daxuyand ku dê rojane bermahiyên tenduristiyê bên komkirin, her wiha dê xebatekarên nexweşxaneyan bên perwerdekirin da ku karibin bermahiyên tenduristiyê li gorî cureyên wan ji hev veqetînin.

Bêzî wiha domand: "Madeyên tûj wekî alavên emeliyetan û hwd û madeyên dişkên, tên şikandin û di cihên taybet de tên komkirin. Lê madeyên ku tên şewitandin di cihên şewitandinê yên taybet de tên komkirin û tunekirin. Madeyên avî jî wekî testên xwînê, testên nexweşiya kulbûna kezeba reş (zerik) û testên vîrusa Koronayê di cihekî taybet de tên tunekirin. Heke ev madeyên avî di xetên kanalîzasyonê de bên tunekirin dê bandoreke nerênî li tenduristiya şêniyan bike."

Bêzî destnîşan kir ku niha ew karê xwe li 2 nexweşxaneyên navçeya Amûdê û 4 nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dikin, tê payîn ku proje li hemû nexweşxaneyên bajarê Qamişlo pêk bê.

Bêzî diyar kir ku ji bo pêkanîna projeyê herêma Nav Kurê hilbijartiye, ji ber ku ew herêm dûrî bajêr û şêniyan e û berê jî lê cihekî taybet ê şewitandina gelaşê heye.

(cx)

ANHA