​​​​​​​Li Dirbêsiyê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li navçeya Dirbêsiyê cenazeyê jinekê ku bi guleyan hatiye qetilkirin, hate dîtin.

​​​​​​​Li Dirbêsiyê cenazeyê jinekê hate dîtin
31 tebax, 2020   11:33
HESEKÊ

Îro li taxa sînor a navçeya Dirbêsiyê jineke 20 salî bi navê D.D. ji aliyê birayê xwe ve bi guleyan hate qetilkirin.

Cenazeya D.D. li ser rêya gundê Til Tişrîn ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê hat dîtin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn destnîşan kir ku wan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

ANHA