‘Sedema aloziya avê dewleta Tirk e’

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Sedemê aloziya avê dewleta Tirk e, bi zanabûn avê li ser şêniyan qut dike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên Koalîsyona Navneteweyî kir ku rê li pêşiya vê kiryara sûcdar a li dijî sivîlan bigirin.”

‘Sedema aloziya avê dewleta Tirk e’
24 tebax, 2020   03:13
REQA

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên dijminahiyê li dijî gelê Sûriyê didiomîne. Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bê av hiştiye, piştî ku stasyona Elûk dagir kir û rawestand.

Di vî warî de hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo ji ANHA`yê re axivî.

‘PROJEYÊN LEZGÎN JI BO PEYDAKIRINA AVA VEXWARINÊ JI ŞÊNIYÊN HESEKÊ RE’

Lehdo di destpêka gotinên xwe de got: “Piştî ku stasyonên avê yên herêmê ketin bin kontrola artêşa Tirk a dagirker, me projeyek stratejîk danî û dê bikeve meriyetê. Proje ne giştî ye û pirsgirêkê ji bingehê ve çareser nake, lê belê bi rêjeya ji sedî 50 ji pirsgirêka avê çareser dike. Me 100 bîr li herêma Hime koland. Di hefteyekê de 25 bîr hatin amadekirin. Ava ku tê payîn derkeve dihêje 100 metre dam. Wê bi awayekî beşî avê bide Hesekê. Em ê 100 bîrên din bikolin da ku xebatên hilmijkirina avê xurt bikin da ku pirsgirêka peydakirina avê sivik bibe.”

Her wiha Lehdo piştrast kir ku Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide avê bigihîne tevahiya taxên bajarê Hesekê yên ku av tê de kêm e. Ji bo wê jî gelek planên stratejîk ji bo çareserkirina pirsgirêka avê danîne.

‘LI HESEKÊ KÊMBÛNA AVÊ GIRÊDAYÎ SIYASETA DIJMINAHÎ YA DEWLETA TIRK E’

Têkildarî geşedanên siyasî yên girêdayî ava Hesekê, hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî Jozêf Lehdo got: “Sedema sereke ya pirsgirêka avê li bajarê Hesekê, siyaseta dijminahî ya dewleta Tirk a li dijî tevahiya pêkhateyên herêmê ye yên ku ji bo azadiya xwe bi hezaran şehîd dane. Li gel paşguhkirina rêxistina hiqûqî û mirovî û civaka navneteweyî, derdora 2 milyon kes ji ber siyasetên hovane yên dewleta Tirk bi xeteriya tîbûnê re rû bi rû mane. Gelek werşeyên taybet hene ku hewl didin avê bigihînin gola Hime. Ev gol dê avê bigihîne beşên fireh ji bajêr û dê bibe hêviye vegera avê ji bajêr re. Bi sedan alavên şaredariyên gel ên herêma Cizîrê bi koordîneya erebeyên agirkujiyê avê bê pere digihînin şêniyên bajêr. Di nav de gelek alavên girêdayî sivîlan hene.”

Jozêf Lehdo di dawiyê de bang li NY, Konseya Ewlehiyê û Koalîsyona Navneteweyî kir ku çareseriyekê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bibînin bi taybet qutkirina bizanabûn a avê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hCCz6tf2zN8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>