Armanca dewleta Tirk ji hewldana betalkirina Peymana Stenbolê çi ye?

Piştî ragihandina AKP’ê ya daxwaza vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li dijî tundiya li dijî jinan, gelek xwepêşandanên jinan pêk hatin. Bi wê re desthilatên dewleta Tirk dest bi girtina çalakvan û rojnamegerên jin kir. Gelo hedefa dewleta Tir ji xwesteka betalkirina vê peymanê çi ye?

Armanca dewleta Tirk ji hewldana betalkirina Peymana Stenbolê çi ye?
24 tebax, 2020   00:13
NAVENDA NÛÇEYAN- SOZDAR WEQAS

Li gorî daneyên ku NY’yê belav kirine, zêdetirî ji sedî 70’yê jinan azarên tundiyê dikişînin, anku ji her sê jinên li cîhanê yek tundî lê tê kirin. Bi wê jî nîjadperestî li dijî jinan ji hêlên qanûnî û pratîk ve çêdibe û metoda newekheviyê di navbera her zayendan de didome.

Di vê dema dawîn de, hejmara rewşên kuştin, destdirêjiya cinsî û derûnî li dijî jinan li tevahî cîhanê bilind dibe. Lê li gorî daneyên heyî, li Tirkiyê di van 10 salên dawîn de girtin û kuştina jinan zêdetir bûye û dewleta Tirk ji nava dewletên cîhanê di asta duyemîn a tundiya li dijî jinan de ye.

Konseya Ewropayê ku navenda wê li Strasbourgê ye,  Peymana Stenbolê di 2011’an de ragihang ku hedefa wê qedexekirina tundiya li dijî jinan e. Dewleta Tirk ev peyman di dema AKP’ê de îmze kir û parlamentoyê bi dengdayîna tevahî parlamenterên xwe (550 parlamenter) deng da. Lê niha heman AKP bi îdiaya ku ew peyman ne li gorî ol û adetên li Tirkiyê ye, hewl dide ji Peymana Stenbolê vekişe.

Lê belê tiştê hatiye îmzekirin, tenê li ser kaxizê ma, di jiyana rojane ya li Tirkiyê de eşkere dibe ku bendên peyman û tedbîrên parastina jinan pêk nayên. Bûyerên niha li Tirkiyê dibin, vê yekê piştrast dikin. Li gorî serjimariyan, di 6 mehên destpêka îsal de li Tirkiyê nêzî 128 jin hatin qetilkirin, her wiha tenê di Hezîranê de 27 jin hatin qetilkirin, di Tîrmehê de 36 jin bi destê mêran hatin qetilkirin.

Bêguman, hikumeta AKP’ê ku Erdogan serkêşiya wê dike, pêkanîna peymanê red dike. Heger Tirkiye ji vê peymanê vekişî dê cihê jinan di civakê de lawaztir bibe, dê mêr desthilata xwe ferz bike ku bi wê re jî rewşên kuştinê zêde bibin. Di encamê de betalkirina vê peymanê, tê wateya mêr li dijî jinan tundiyê di bin parastina hikumetê de bi kar bînin.

Girêdayî mijarê, bi zêdebûna rewşên tundiya di malê de ya çend mehên borî û axaftina berpirsên AKP’ê ya vekişîna ji Peymana Stenbolê, xwepêşandanên jinan li dar ketin, bertekên bihêrs ji komele û rêxistinên têkildarî mafên jinan çêbûn.

Di gelek dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê de di destpêka Çileya borî de agahiyên amadekariyên rejîma AKP’ê yên pêşkêşkirina projeya qanûnî ya "zewicandina bi tecawizkar re" hatin nîqaşkirin. Ev yek jî rastî bertek û redkirina tund hat, nexasim jî ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên girêdayî jin û zarokan.

Projeya qanûnê gelek nîqaş û hêrs di nava komeleyên hiqûqî û rêxistinên jinan de çêkirin ku ev yek tecawizê rewa dike. Lê hikumet israr dike ku hedefa wê bûyera zewicandina biçûkan a ku pir belav bûye, çareser bike.

Ji vê yekê jî diyar dibe ku nepêkanîna peymanê, efûkirina desthilatan a parastina jinan ji tundiya malbatî û malê ye.

Heke tevahî analîz hatin komkirin, eşkere dibe ku hedef ji van tevahî kiryar û sûcan desthilatên Tirkiyê naxwazin ji desthilatiya xwe dakevin. Li gorî feraseta desthilatên Tirk heke jin gihaşt azadiya xwe, dê desthilata xwe winda bikin. Ji ber jinên birêxistinkirî civak bi hişmendî bi rê ve dibe. Ev jî metirsiyan li gel Erdogan çêdike.

Ev yek bi rêya hemleyên girtinên ku dewleta Tirk li dijî jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk tîne, aşkera dibe.

Ji lew re tundî û nîjdaperestiya li dijî jinan bi pêkanîna edalet û pêkanîna desthilatan a peymanê bi awayekî rast, pêkan e.

Bêguman heke rewşa mîna îro li Tirkiyê dibe, ji xwepêşandanên girseyî û redkirina jinan a betalkirina peyman û qanûnên cezakirina sûcdaran, berdewam bike dê Tirkiyê ber bi karesateke rastîn ve biçe, lê belê dê tevahî cîhanê pê re be.

Ji lew re ji bo ev karesat pêk neyên divê çareserî bên nîqaşkirin, ew jî guhartina zîhniyeta mêran bi xwe ye. Gelo dê mêr çi bike heta li hember tundiya li dijî jinan bisekine?

Ji ber rewşên niha ku tê re derbas dibin, pêdivî bi guhartina nêrîna çandî ji civak û mêran re heye anku nêrîna neyînî ji azadî û mafên jinan re, nîjadperestiya mêran li ser jinan xurt dike, divê bên guhartin. Ji ber nîjadî û newekhevî ne tenê gefan li mafên aborî û civakî dixwin, lê belê gefan li tevahî şêweyên mafan dixwin. Ji lew re pêdivî bi vegera mêran li xwe heye. Divê mêr jî dest ji tundiya li ser jinan  berdin. Divê her du zayend bi hev re civakê li ser hîmê rasteqîn ku wekheviya wan esas digire, ji nû ve sererast bikin.

(fr)

ANHA