​​​​​​​`Hin alî bi rêya çepemeniyê tevlîheviyan derdixînin’

Rûspiyê qebîleya Igêdat Xilêf El-Şair got: “Hinek alî di derbarê bûyerên li herêma Dêrazorê de li ser çapemeniyê tevlîheviyên çêdikin.”

​​​​​​​`Hin alî bi rêya çepemeniyê tevlîheviyan derdixînin’
13 tebax, 2020   00:33
DÊRAZOR

Piştî ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê jiyan asayî bû, QSD’ê dest bi operasyonekê kir. Di encam de çeteyên girêdayî  aliyên dijber hatin girtin. Ew çete ji bo kuştina şêx û rûspiyan hatibûn erkdarkirin. Gelek aliyên hundirîn û derve hene ku dixwazin tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê û eşîran de derxnin.

Şêxekî qebîleya Igêdat yê bajarokê Şihêlê Xilêf El- Şair derbarê bûyerên li herêmê û armanca derxistina tevlîheviyan de axivî.

El-Şair di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Hinek alî naxwazin ewlehiya herêmê çêbibe.  Bûyerên ku di rojên dawîn de ku li bajarokê Şihêl derketin, bi deste gelek aliyên hindirîn û derve pêk hatin. Armanca wan derxistina tevlîheviyê, xirabkirina aramî û ewlehiya herêmê bû.”

El-Şair diyar kir ku tevlîhevî û bûyerên ku çêbûn bandoreke neyînî li şêniyên herêmê kir.

El-Şair wiha domand: "Bûyerên qewimîn di aliyê çapemeniyê de ji aliyê hindek aliyan ve zêde hate mezinkirin. Her aliyekî bûyerên herêmê li gorî berjewendiyên xwe bikar anî. Her aliyekî dixwest rewşê gûr û mezin bike. Kesên dûrî herêmê ne wek yên li herêmê ne, ew rastiya heyî li ser erdê nizanin.”

‘DIVÊ ŞÊNÎ Û EŞÎRÊN HERÊMÊ BERJEWENDIYA GIŞTÎ LI SER HER TIŞTÎ RE BIGRIN’

El-Şair wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê şênî û eşîrên herêmê yekitiya xwe ava bikin, dûrî ezeziyê û berjewendiyên kesayetî bikevin. Divê aramî û ewlehiya herêmê bifikirin, rewşa wê bixin nava berjewendiyên xwe yên giştî. Divê parastina wê ji aliyên derve ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlî hev bikin, bikin. Divê xebatên ji bo hezkirin û aştiya di navbear pêkhateyan de zêde bibin. Xurtkirina jiyana hevbeş di bin sîwana biratiya gelan de û wekheviya di navbera pêkhateyên herêmê de were xurtkirin."

‘DIVÊ ALIYÊN DERVE DESTWERDANA KARÛBARÊN DERVE NEKIN Û ŞERÊ ÇAPEMENIYÊ RAWESTÎNIN’

Derbarê gotegotên ku aliyên siyasî û leşkerî yên derve behsa wê dikin El-Şair ev tişt got: "Tişa ji me re girîng gelê herêmê ye ku aramî û ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were. Em ê bi hemû hêza xwe li hember her kesên ku dixwazin tevlîheviyê derxînin bisekinin.”

Şêx Xilêf El-Şair wiha dawî li axaftina xwe anî: "Aliyên derve ku destwerdana karûbarên herêmê dikin divê vê yekê rawestînin. Şerê çapemeniyê yê li dijî me tê kirin, bisekinînin. Destê xwe ji aramî û ewlehiya herêmê bişînin, ji ber bandorê li gelê herêm dike."

(bx)

ANHA