SOHR`ê nûçeya Ajansa Anadolu ya têkildarî şandina hêzên Misirê li Sûriyê derewand

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk nûçeyek belav kir û tê de îdia kir ku Misirê leşkerên xwe bi rê kirine Sûriyê, lê SOHR`ê ev îdia derewandin.

SOHR`ê nûçeya Ajansa Anadolu ya têkildarî şandina hêzên Misirê li Sûriyê derewand
30 tîrmeh, 2020   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku nûçeya Ajansa Anadolu ya girêdayî partiya AKP`ê belav kiriye, ne rast e.

Beriya niha ajansê dabû zanîn ku efserek û 2 pîlotên ji Misirê li Sûriyê ne, beşdarî operasyonan bûne û gelek herêmên Sûriyê bombebaran kirine.

(eh)