Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin

Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê dest bi pêkanîna projeya zîftkirina rêyên sereke yên hundirê bajêr kir, di heman demê de Şaredariya Gel Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi hemleya paqijkirinê kir.

Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin
Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin
Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin
Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin
Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin
Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin
Li Helebê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê…Li Hesekê jî dest bi ziftkirina rêyan hate kirin
29 tîrmeh, 2020   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

HESEKÊ

Şaredariya Gel a Hesekê meha Nîsana derbasbûyî ragihandibû ku ew ê rêyên bajêr zîft bike, lê ji ber pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) qedexeya derketina derve hate ragihandin û proje hate paşxistin.

Beriya çend rojan Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê kolan û rêyên sereke yên bajêr zîft kirin.

Endamê Komîteya Çavdêriya Projeya Zîftkirinê ya Hesekê Fehed Îbrahîm diyar kir ku wan piraniya rêyên sereke yên bajar zîft kirine; rêya Menhel a bendava rojhilat, rêya nexweşxaneya Gel a li Ezîziyê û gelek rêyên din.

Fehed Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha rêya taxa Miftî tê zîftkirin, ji ber ku bi salan e hatibû  paşguhkirin, gelek konçal lê çêbûne, erebe zehmetiya derbasbûnê dikişînin, nexasim di demsala zivistanê de."

HELEB

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê û parastina paqijiya giştî, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê yên Helebê bi tevlêbûna endamên Partiya Yekitiya Demokratîk dest bi hemleya paqijkirinê kir.

Bi dehan endamên PYD`ê û karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel tev li hemleyê bûn.

Têkildarî mijarê endama PYD`ê Valantîna Ebdo axivî û da zanîn ku piştî belavbûna Koronavîrusê û li bajarê Helebê hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde bû, her wiha da ku şêniyan têkildarî parastina paqijiya giştî hişyar bikin, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi hemleyê kirine.

(eh)

ANHA