Ji bo pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê Rêveberiya Xweser biryarên nû dan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî biryara 86`an 10 roj qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê ferz kir. Destpêkirina pêkanîna biryarê ji rêveberiya herêma Cizîrê re hişt.

Ji bo pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê Rêveberiya Xweser biryarên nû dan
29 tîrmeh, 2020   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya derbasbûyî de Rêveberiya Xweser tekez kir ku 8 rewşên Koronavîrusê li herêma Cizîrê derketine, her wiha bi dehan kesên biguman jî hene. Ji ber wê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî biryara 86`an qedexeya derketina derve li herêmê ferz kir.

Li gorî biryarê ku Rêveberiyê li ser malpera xwe ya fermî belav kir, qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê ferz kir, dema destpêkirina pêkanîna biryarê ji aliyê rêveberiya herêmê ve dê were diyarkirin.

Li gorî biryarê, tevgera veguhastinê di navbera bajarên herêma Cizîrê de û herêmên rêveberiyên din de ji bilî tevgera bazirganiyê, hate qedexekirin. Her wiha kombûn û cihên avjeniyê û qehwexane, tevgera basan di hundirê bajaran de, hatin qedexekirin.

Tê payîn ku bergiriyên nû ji roja yekemîn a cejna Qurbanê ve dest pê bikin.

(bx)

ANHA