Dagirker dîwarê beton li gundên dagirkirî datînin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Til Temirê yên nêzî rêya  M4 dîwarê beton datîne û xendeqan dikole.

Dagirker dîwarê beton li gundên dagirkirî datînin
25 tîrmeh, 2020   13:28
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û gihaştine nêzî navçeya Til Temir a kantona Hesekê, sûcan li dijî gelê herêmê pêk tînin.

Ji wê demê de bi dehan baregehên leşkerî hatine avakirin û bi çekên giran û hêzên Komandos ên Tirkiyê hatine amadekirin ku çete parastina wan dikin.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de dîwarê beton anî gundewarên li ser xetên şer ên li ser rêya navnetewî (M4) a rojavayê Til Temirê.

Nûçegihanê ANHA`yê xwe gihand xetên şer ên rojavayê navçeya Til Temirê. Çavkaniyeke leşkerî ji hêzên hikûmeta Sûrî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji beriya 4 rojan bi dehan kamyonên ku dîwanên beton di wan de ber bi gundê Erbîn, gundê Menacîr û gelek gundewarên din ve dibe.

Çavkanî destnîşan kir ku dewleta Tirk kamyonan bi şev tîne da ku ji ragihandinê ve dûr be her wiha kolandin û lêkirina satiran dike.

Çavkaniyan diyar kiar ku dewleta Tirk a dagirker satirên li ser baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Amiriyê yê nêzî rêya (M4) rakir û di hundirê baregehê de kolandinê dike.

Çavkaniyeke leşkerî din got dewleta Tirk di çend mehên derbasbûyî de li gundê Erîşa heta gundê Dawidiyê yê rojavayê Til Temir xendeqan dikole.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IEwGanj39Ow" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>