PYD'ê bi wesîleya salvgera şoreşê 12 civîn li dar xistin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvgera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava 12 civîn li bajarê Kobanê li dar xistin.

PYD'ê bi wesîleya salvgera şoreşê 12 civîn li dar xistin
18 tîrmeh, 2020   18:53
KOBANÊ

Di civîna ku li taxa Şehîd Fîras hate lidarxistin de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: "Berxwedana me terora li ser herêmê sekinand.. me bi terorê tewanbar dikin, lê her kes dizane yê destekê dide terorê hemû çareseriyên doplomasî derbe dike."

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a herêma Firatê jî di civîna li taxa Şehîd Moro hate lidarxistin de axivî û got: "Dagirkeriya Tirk şêniyên herêmê dike hedef, dixwaze wan di karê xwe yên îstîxbaratê de bi kar bînin. Her wiha hevgirtina civakê ya herêmê derbe dike."

Bi giştî 12 civîn li gelek deverên kantonê hatin lidarxistin.

ANHA