Li Îtalyayê navê Hevrîn Xelef da pirekê

Li Îtalyayê Şaredariya Barcetoyê navê Hevrîn Xelef da Pira Çemê Sar.

Li Îtalyayê navê Hevrîn Xelef da pirekê
18 tîrmeh, 2020   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Barceto ya bajarê Parmayê ya Îtalyayê hevgirtina bi Kurdan re didomîne.

Şaredariya Barcetoyê navê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de di êrişa dagirker a dewleta Tirk de hatibû qetilkirin da Pira Çemê Sar (Rîo Rîvî Freddî. (

Li her du aliyên pirê wêneyên Hevrîn Xelef hate daliqandin û “Ji bo mafên jinan têkoşiya lê ji ber îxaneta me mir” hate nivîsandin.

Şaredarê Barcetoyê Lûîcî Lûcchî diyar kir ku li ser gelê Kurd zext û zoriyên dijwar hene lê dîsa jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê bernade.

Di vekirina pirê de Endama Meclisa Herêmê Paola Gazzolo, li ser navê Hevgirtina bi Gelê Kurd Nelly Bocchî û li ser navê Komîteya Kurdan a Îtalyaye Serkan Xozatli axivîn.

Sala borî jî şaredariya Barcetoyê navê şervanê enternasyona Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) ê li Rojava li dijî dagirkeran şehîd bû, dabû îstasyona trênê ya Ghîareyê.

Heman şaredariyê di 5’ê Cotmeha 2019’an de hembajarîbûna fexrî dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.